Balyozê Îspanya yê li Iraqê: Kurdistan makîneya aboriya Iraqê ye
Balyozê Îspanya yê li Iraqê, Juan José Escobar Stemmann ji Rûdawê re ragihad, Îspanya giringî dide pêşxistina pêwendiyên xwe yên li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û diyar kir, ku pêgeha Herêma Kurdistanê ji Îspanyayê re giring e.
Juan José Escobar Stemmann di hevpeyvîneke taybet de ku roja 15ê Cotmeha 2019an li Bexdayê pê re hatiye kirin, amaje bi hewla welatê xwe bo pêxistina pêwendiyên bazirganî yên bi Bexda û Hewlêrê re dike û dibêje, kompanyayên Îspanî dixwazin li Iraqê û Herêma Kurdistanê kar bikin.
Escobar Stemmann tekezî li ser hewlên xwe bo vekirina konsulxaneya welatê xwe li Kurdistanê dike û dibêje, “mixabin hêj li Herêma Kurdistanê konsulxaneya me nîne.”
Li gor Escobar Stemmann, Herêma Kurdistanê li Iraqê xwedî pêgeheke giring e û tekez dike, “Kurdistan makîneya aboriya Iraqê ye” û dibêje, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi başî ji wê yekê têgihîştiye.
Balyozê Îspanya yê li Iraqê, Juan José Escobar behsa rewşa Sûriyê jî dike û dibêje, Madrîd êrîşa Tirkiyê ya li ser bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dike û dide xuyakirin, ku ew êrîş destkevtên hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de û herwiha îstiqrara li navçeyê ji nav dibe û êş û zehmetiyên nîştecihên Kurd ên navçeyê jî zêde dike.
Rûdaw: Gelek spas birêz balyoz bo vê derfetê..., dixwazim em gotûbêja xwe ji pirsekê derbarê pêwnediyên we yên bi Iraqê re dest pê bikin. Rewşa van pêwendiyan niha bi çi awayî ye?
Juan José Escobar Stemmann: Me pêwendiyên kevnar li gel Iraqê hene. Îspanya yek ji welatên herî destpêkê bû ku komara Iraqê bi fermî nas kir. Di çend salên bihorî de em li vir gelek çalak bûn. Bi taybet di warê leşkerî de. Wek agahdar in, dema DAIŞê ji Sûriyê ve berê xwe da bakurê Iraqê, bi diyarkirî jî ber bi Deşta Neynewayê, Îspanya ji yekemîn welatan bû ku daxwaza Iraqê qebûl kir û me hêzên serbazî şande vir. Di vê baweriyê de me em di rêzbenda duyem û sêyem a wan welatan de ne ku hêzên serbazî li Iraqê hene. Bi awayekê serekî di ware perwerde û rahênanê de. Me binkeya serbazî li Besmaya heye. 400 serbazên Îspanyayê perwerdehiyê didin hêzên artêş û polîsê Iraqê. Herwiha hêzên me yên taybet hene li Iraqê ku rahênanê bi hêzên taybet ên Iraqê dikin. Herwiha me yekîneyeke esmanî jî heye, alîkariya hevpeymanan dike di geştên esmanî de. Me alîkariya Iraqê kir bo têkşikandina DAIŞê, û hêzên me dê li vir bimînin, heta dema ku pêwîstiya hikûmeta Iraqê bi me hebe.
Di salên bihorî de, renge çalakiyên me yên aborî li Iraqê zêde nebûbin, bi taybet ji ber çêbûna qeyrana darayî li Îspanyayê di sala 2008an de. Lê belê di van dawiyan de kompanyayên Îspanî hez dikirn ne tenê li Iraqê, lê belê li Herêma Kurdistanê jî kar bikin. Herwiha em hewl didin, kompaniyên Îspanî vexwînin daku beşdar bin di avedankirina wan bajaran de ku bi sedema şerê DAIŞê wêran bûne. Bi şanazî ve dibêjim, Îspanya yek ji welatên herî çalak li Iraqê di warê kulturî de ye. Sala 2017an grûpa muzîkê ya Flamingo ya Îspanyayê hate Iraqê ku hêj gefa DAIŞê her mabû. Yekem car bû piştî sala 2003, grûpeke navdewletî li şanoya niştimanî, çalakiyeke muzîkê pêşkêş bike. Mebest, şandina peyama asayîbûnê bû. Ez jî wek balyoz handerê asayîbûna jiyanê me li Iraqê û Bexdaya paytext. Bexda bajarekî gelek giring e, çimku her welatek eger nekare paytexta xwe kontrol bike, nikare navçeyên din jî kontrol bike, di vî aliyê de dibêjim, amadebûna me li paytext gelek zêde ye.
Şahê Îspanyayê di destpêka îsal de serdana Iraqê kir, ev jî yekem serdana Şah bû bo Iraqê di heyama 40 salan de. Peyama Şahê Îspanyayê bo berpirsên Iraqê çi bû di wê serdanê de?
Bi nerîna min serdaneke gelek giring bû, bi taybet ji ber yek ji pirsgirêkên di çend salên bihorî de li Iraqê heye, biserneketina li ser wêneyê şer û kêşeyan e. Bi nerîna min serdana Şahê Îspanyayê, ku serdana hêzên Îspanyayê yên li Iraqê kir, û hevdîtin bi berpirsên bilind ên Iraqê re jî kir, bi taybet Serokomarê Iraqê Berhem Salih, ku civîna wan demjimêrekê dirêj kir. Armanc, gihandina peyama hêvî û peyama piştgiriyê bû, herwiha peyamek bû ji bo kompanyayên Îspanyayê ku rewş asayî ye. Demek dirêj ajot heta me karî kompanyayan razî bikin ku Iraq derbasî qonaxeke nû bûye, û pêwîstiya wê bi piştgiriya civaka navdewletî û kompanyayên navdewletî heye, daku bên û alîkariya wan bikin di avedankirina welat de.
Rewşa siyasî ya niha ya Iraqê ku ez bêguman im tu haydarî xwepêşandanên vê dawiyê yên li Bexdayê û bajarên dinî, gelo hûn ji wan xwepêşandanan nîgeran in?
Bêguman em hemû ji xwepêşandanan nîgeran in, bi taybet ji ber hejmara zêde ya kuştî û birîndaran. Rê bidin amaje bi tiştekî bikim, wek min pêştir got, niha rewşa Iraqê gelek baştir e, eger em behsa xwepêşandan nekin, piştî sala 2003an rewşa niha ya Iraqê ji hemû deman baştir e. Dikarî li Bexdayê bibînî, ku jiyana xelkê asayî bûye. Xelk careke din diçin derve û cihên nû hatine vekirin. Mixabin ku di demeke wiha de xwepêşandan çê dibin. Rast e dm dibînin ku faktorekî siyasî yê din li pişt xwepêşanderan e, ew jî ev e ku niha nivşekî nû rabûye, hemû genc in, ku têne ser cadeyan û daxwaza wan tiştan dikin ku bi salan e hemû daxwaza wan dikin, weke derfetên kar û peydakirina derfetên nû, rûbirûbûna gendeliyê û pêşxistina welat. Ev nivş piştî 2003 ji dayik bûne û nizanin Sedam Hisên kî ye. Di nava sîstemeke siyasî de ji dayik bûne ku ji 2003an ve hat avakirin. Nivşek e ku bi rêya Facebook û medyaya civakî têkiliya wan li gel cîhanê heye. Lewma ya rû dide, cihê mixabiniyê ye. Bi taybet ji ber gelek nexweş e, dema dibînî xelk xwepêşandanê dikin û teqe li wan tê kirin. Gelek xwepêşander tên kuştin û birîndar dibin. Em hemû pê dilgiran in.
Pêştir te behsa serdana Şahê Îspanyayê kir, pêştir dayik û bavê vî şahî, Şah Juan Carlos û Şahjin Sofiya, di sala 1979an de serdana Bexdayê kiribûn, wate 40 sal beriya niha. Dizanî vê demê hejmara nîştecihên Iraqê 13 milyon kes bû, niha nêzîkî 39 milyon kes e. Sala 2030an hejmara nîştecihên Iraqê digihe nêzîkî 50 milyon kesan. Herwiha hejmareke mezin a nîştecihan genc in. Min amar xwendine, salane 100 hezar genc xwendinê bi dawî dikin û têne nav bazara kar, wate pêwîst e Iraq di şêweya serederîkirina li gel aboriya welat de guhertinê bike. Di vî alî de, bi nerîna min xala herî giring geşedana sektora taybet e. Di vê baweriyê de me, berdewamiya damezrandina di sektora giştî de bê sûd e. Rê bide min amaje bi amareke din bikim ku giring e; sala 2003 hikûmeta Iraqê kêmtir ji milyonek karmendên wê hebûn, niha 7 milyon karmendên wê hene û mehane mûçeyê ji hikûmetê werdigirin. Iraqê rêjeya berhemanîna petrolê 3 qat zêde kiriye, lê belê ev yek jî îstiqararê çê nake. Pêwîst e sektora taybet bê pêşxistin. Di gelek waran de çêdibe ku ew kar bê kirin, eger bixwazî dikarim bi hûrî behsa wan bikim, wek mînak warê kulturî, sektora avedankirinê, û sîstema bankî. Di van rojan de min tiştekî balkêş ji pisporekî bankî bihîst. Got niha di aboriya Iraqê miamile bi 60 milyar dolarî tê kirin. 50 milyar dolar li derveyî sîstema bankî ye û di bazara reş de ye, wate sîstema bankî ya Iraqê tenê serederiyê li gel 10 milyar dolaran dike. Eger ew 50 milyar dolar jî di nava sîstema bankî ya Iraqê de bûya, sîstema darayî ya Iraqê dê 500 milyar dolarên wê heban, daku deyn bide xelkê ji bo ku bazirganiyê pêş bixin. Lewma bêguman yek ji pirsên giring ji bo pêşxistina sektora taybet, çaksazî ye di sektora bankî de.
Birêz balyoz ez dixwazin behsa nûneratiya Îspanyayê li Herêma Kurdistanê bikim, dikarî ji min re bibêjî, çi core nûnerastiyeke we heye?
Ya rast, mixabin me hêj li Herêma Kurdistanê konxulxane nîne, lê ez bi xwe mehane serdana Hewlêr, Silêmanî û Duhokê dikim. Bi başî şarezayê rewşa Herêma Kurdistanê me. Yek ji xweştirîn beşên Iraqê ye, li gor min. Me konsuleke fexrî heye ku karûbarên giring birêve dibe. Ez hewl didim welatê xwe razî bikim ku konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê veke. Xuya ye ku em yekane welatê Ewropî ne ku me konsulxaneya giştî li wir nîne. Ti sedemeke siyasî li piştî vê yekê nîne. Piranî ji ber krîza darayî ya sala 2008ê ye. Sala 2010ê nêzîk bû ku em konsulxaneya xwe vekin, mixabin bi sedema krîzê ew bûdceya ji programê re hatibû terxankirin, hat jêbirin. Derfet nedan me ku em konsulxaneyê vekin. Wek min got, hêvîdarim berî ku dema mana min li Iraqê û Herêma Kurdistanê wek balyozê giştî bi dawî bibe, ez bikarim konsulxaneyê vekim.
Bi nerîna tee w yek di pêşerojeke nêzîk de rû dide?
Li ser maseya gotûbêjê ye, mixabin em di demeke dijwar re derbas dibin di aliyê aborî de, em nikarin vê bûdceyê terxan bikin. Hejmarek navçeyên din jî hene ku pêwîst e em konsulxane yan jî nûneratiya xwe vekin. Bi kêmanî dikarim bêjim, tevî ku nûnerê me li wir nîne, lê belê min pêwendiyên nêzîk li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Hertim min gotiye, Kurdistan makîneya aboriya Iraqê ye. Bi baweiya min Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi başî ev yek fêm kiriye. Me hemûyan pêwîstî bi Herêma Kurdistanê heye, me pêwîstî bi Iraqeke seqamgîr heye bo bazirganiyê. Sedî sed piştrastim, eger rewşa Iraqê seqamgîr be, weberhênerên Kurd dê yekem kes bin ku sûdê jê bibînin.
Birêz balyoz, hûn çi corên xizmetguzariyên vîzeyê pêşkêşî hilgirên pasporta Iraqî dikin?
Mixabin, me di ware vzîeyê de ezmûneke gelek xirab li gel Iraqê heye. Sala 2016an li Bexdayê kêşeyek ji me re çê bû, mixabin pirsgirêk a gendeliyê bû, ku gelek nexweş bû.
Çi core gendeliyek bû? Gelo ji aliyê we vey an jî ji aliyê Iraqiyan ve?
Ji aliyê me ve, lê belê ji aliyê karmendên me yên Iraqî ve. Hin kesan vîze difirotin. Em di demeke nexweş re derbas bûn. Lewma Wezareta Derve ya Îspanyayê biryar da, beşa dayîna vîzeyê li balyozxaneya me bigire. Ji ber wê jî ew Iraqiyên ku daxwaza vîzeyê dikirin, diviyabû biçin Emmanê. Xelkê Herêma Kurdistanê jî diviyabû biçin Tirkiyê, ji bo bwergirtina vîzeya Îspanyayê.
Gelo hem pirsgirêka gendeliyê di warê vîzeyê de li Herêma Kurdistanê jî hebû?
Belê, ji dema ku ez hatime vir, min ji Madrîdê re got, bêyî vîzeyê em nikarin kar bikin, bêyî vîze em nikarin pêwnediyên xwe yên bazirganî bi Iraqê re pêş bixin. Hejmareke mezin a xelkê dixwazin serdana îspanyayê bikin ji ber sedemên cuda. Îspanya duyemîn welat e li cîhanê di warê hejmara geştyaran de. Tu bi xwe dizanî me futbol heye ku emê paşê behsa wê bikin. Lewma me pêwîstî bi şiyana dayîna vîzeyê heye. Lewma min karî bi rêjeyeke sînordar li vir li Bexdayê vîze bidim. Bi awayekê serekî bo bazirgan û siyasiyan. Bo Kurdistanê jî bi rêya kompanyayeke navdewletî me ofîsek vekiriye bo wergirtina daxwaza vîzeyê ji xelkê û şandina daxwaziyan bo balyozxaneya me ya li Enqerê. Çimku hin caran ji bo xelkê Kurd zehmet e serdana Bexdayê bikin. Me ofîsa vê kompanyayê vekir, lê belê careke din tûşî gendeliyê bû, ew kesên berpirsê vê kompanyayê bûn, gelek pere ji xelkê werdigirtin lê tevî wê yekê vîze jî nedihat, lewma me girt. Niha em dixwazin di rêya kompanyayeke Kurdî re careke din ofîsa dayîna vîzeyê vekin. Em hêvî dikin bikarin rewşê asayî bikin.
Birêz balyoz ez dixwazim em behsa Katalonya bikin. Gelek kes şibhandinê di navbera Kurdistanê û Katalonyayê de dikin, li Kurdistanê jî giştpirsî di sala 2017an de hat kirin. Gelo li wê derê çi rû dide? Hikûmeta Îspanyayê li dijî giştpirsî û serxwebûna Katalonyayê ye?
Pirseke balkêş e, çimku wê demê ez li vir bûm, giştpirsiya we di 25ê Îlonê de birêve çû, giştpirsiya Katalonyayê di 1ê Cotmehê de hat lidarxistin. Demeke aloz bû. Heta min bihîst hinek ji siyasetvanên Kurd rexne girtibûn ku welatên Ewropayê piştgiriya Katalonyayê nekirin. Lê belê ez gelek caran vê gotinê dubare dikim, wê demê gelek berpirsên pilebilind ên Kurd tiştek ji min re gotin, çimku wê demê min serdana Kurdistanê dikir, ez yekem balyoz bûm li Bexdayê ku piştî giştpirsiyê, min serdana Hewlêrê kir ji bo agahdarbûna ji rewşê. Li vê derê ji min re gotin, em naxwazin tiştan tevlihev bikin, bi zelalî ji min re gotin, eger em li cihê Katalonya bana, me giştpirsî nedikir. Bi baweriya min ev nerîneke şaş e ji bûyeran. Hemû cîhan li dijî encamdana giştpirsiya Kurdistanê bûn, hemûyan ji serkirdeyên siyasî re got, tika ye nekin, çima? Çimku wê demê hêj şerê DAIŞê bi dawî nebûbû, armanca yekem a cîhanê jî parastina yekparçeyiya Iraqê bû. Hin berpirsên siyasî yên we ew tişt nedîtin. Lê belê xuya ye ku paşê ti kesî piştgirî li giştpirsiyê nekir, ji bilî çend welatan. Welatên cîhanê di wê baweriyê de bûn, ku giştpirsî hemû wan hewl û pereyên li Iraqê xerc kirine, bi heder dide.
Gelo giştpirsiyê bandor li pêwendiyên we û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir?
Li gel Iraqê?
Pêwendiya we li gel Herêmê.
Na, bi zelalî diaxivim, xelk min nas dikin, dizanin ez balyozek im ku ji Kurdistanê hez dikim. Kesek im ku bo başkirina pêwnediyên navbera Îspanya û Herêma Kurdistanê hewl didim. Ti tiştekî min li dijî Kurd tine ye. Pêştir jî min got, xelkekî gelek baş in û navçeyeke gelek xweş e. Bi baweriya min we roleke mezin li Iraqê heye. Lê belê bêguman, weke Balyozê Îspanyayê, ku min ew gotin ji siyasetvanên Kurd re jî got, dema min serdana wan kir, em nikarin piştgiriya mafê we yê serxwebûnê bikin, çimku me heman pirsgirêk heye li gel Katalonya. Eger rê bidî min, ez derbarê Katalonya de behsa çend tiştan bikim. Îspanya sîstema herî pêşkevtî ya xwebirêvebirinê bo herêman li ser asta cîhanê heye. Li Katalonya, xelk bi zimanê xwe diaxivin, di rastiyê de eger zimanê xwe nezanin û tenê Îspanî bizanin, nikarin kar peyda bikin. Ew demokrasiya 40 sal e li Îspanya me heye, herî zêde xizmeta Katalonyayê kiriye. Katalonya weke Madrîdê, navçeyên herî pêşkevtî yên Îspanyayê ne. Biryara encamdana giştpirsiyê ji aliyê tevgera serxwebûnxwaz ve, bi tevahî li dijî destûrê bû. Ji bo me pirsgirêkên mezin çê kirin. Lewma giştpirsiya 1ê Cotmehê serkevtî nebû. Gelek giring e em du tiştan bibînin: Yekem ew partiyên piştgiriya giştpirsiya Katalonyayê dikirin, di hilbijartinan de ji sedî 40ê dengan bidestxistin. Heta piranî jî nebûn. Piranî ev bû ku me li cem we dît. Kurdan bi çi rêjeyî deng dan serxwebûn? Ji sedî 97? Lê belê li Îspanyayê wisa nebû.
Birêz Balyoz, em behsa lîga Îspanyayê La Liga bikin. Min ti guman nîne ku dizanî xelkê Kurdistanê û Iraqê jî gelek giringî didin vê lîgê û hnaderên tîmên Real Madrid û Barcelona û tîmên din in jî. Gelo ji te re tiştekî seyr e ku lîfa Îspanî ew qas hander li vir hebe?
Di dawiyê de te pirseke xweş kir.
Ez gelek hez dikim behsa werzişê bikim… Ya rast kultur û werziş baştirînên li dijî tundûtîjiyê ne. Ji ber wê ez rijd im li ser pêşxistina pêwendiyên kulturî û werzişî yên me. Ya rast ez dema hatim vir, gelek matmayî mam.
Ez ji te re behsa tiştekî xweş bikim ku di civîna serok Berhem Salih û Şahê Îspanyayê de rû daye. Di dawiya civînê de ku civîneke dûr û dirêj bû, serok Berhem Salih ji Şah re got; Xwedan mezinahî, dizanî mezintirîn dabeşbûn li Iraqê di navbera Şîe, Sunne û Kurd de nîne, lê belê di navbera handerên Real Madrîd û Barcelonayê de ye.
Gelek caran ji min dipirsin tu alîgirê kîjanê yî. Ez dibêjim ez balyozê Îspanyayê me, her du tîm jî Îspanî ne, û pêwîst e ez hevsengiyê biparêzim. Lewma piştgiriya herduyan dikim. Ez bixwe xelkê Malaga me, li başûrê Îspanyayê, wate ez Endelusî me.
We jî tîma xwe heye, ne wisa?
Belê me tîma xwe heye, ku hertim binketî ye. Ew tîm salekê li lîga yekê ye û salekê li lîga duyê. Wate min hertim tîmeke binketî heye, ji bo ku dilê xwe xweş bikim, ez handeriya Real Madrid û Barcelonayê dikim.
Werziş beşeke giring e ji dîplomasiya me, me dest bi dîplomasiya werzişê kiriye. Werziş li Îspanyayê roleke gelek bihêz heye, ji ber wan herdu tîmên bihêz û rikeber di La Liga de, ku hevtayê lîga Brîtanî, bihêztirîn lîgên futbolê ne li cîhanê, paşê jî lîga Îtalyayê. Weke nûçeyeke xweş dikarim bêjim, di wan demên dawiyê de girêbestek di navbera tîma Real Madrîd û hin weberhêneran li Iraqê hatiye îmzekirin. Plana me heye ku em çar akademiyayan li Iraqê vekin. Herwiha li Barcelonayê jî hevalên min hene û me hewl daye pêwendiyan li gel wan çê bikin. Barcelona ti akademiyan li Iraqê venake, lê belê bi şêweyên din alîkariya handerên xwe dike. Em gelek hewlan didin, ji bo ku bikarin tîma Barcelonayê jî bînin Hewlêr û Silêmaniyê.
Gelo pêgeha hikûmeta Îspanyayê di bûyerên Sûriyê de çî ye?
Me bi zelalî gotiye, em destwerdana serbazî ya Tirkiyê ya li bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin, ji ber ku asayiş û îstiqrara navçeyê dixe metirsiyê û dibe sedema êş û zehmetiyên mezin bo xelkê sivîl. Xelkê bakurê Sûriyê pêştir gelek êş dîtibûn. Ew dibe sedem ku pêwîst bike alîkariyên mirovî zûtir bo navçeyên bên şandin. Herwiha wan pêşkevtinan radiwestîne ku hevpeymanan di şerê li dijî DAIŞê de bi dest xistibûn di heyama du salên bihorî de. Em ji nîgeraniyên Tirkiyê yên ewlekariyê têdigihin, lê belê rêyên din hene bo çareserkirina wan bi rêya amrazên siyasî û dîplomatîk, ne rêya zêdekirina êş û zehmetiya nîştecihên Kurd ên vê navçeyê. Ti kes jî berjewendiya wî di wê yekê de nîne ku DAIŞ careke din serî rake. Hemû alî zirar dîtine. Em ji nîgeraniyên Herêma Kurdistanê jî têdigihin, çimku zêdetir ji milyonek aware vehewandiye. Renge 300 hezarên din jî bên. Pêwîst e em vê rawestînin. Hêvîdarim ev pêşkevtinên di van demên dawiyê de tiştan ber bi başiyê ve bibin, û pêwîst nebe ku xelek careke din koçber bibin.