Ji ber şewata li Hemdaniyeyê şîna giştî hat ragihandin

27-09-2023
RÛDAW
Nîşan Nînowa Hemdaniye Hola Dawetê Şîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê ji ber şewata hola dewetê ya li navçeya Hemdaniyeyê ya Mûsilê, 3 roj şîn hat ragihandin.

Li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê şevê din li holeke dawetê şewat derket.

Herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest da û zêdetirî 500 kesî birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îraqê INAyê, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî piştî şewata hola dewetê, li seranserê Îraqê 3 roj şîn ragihand.

Ji aliyê din ve, Parêzgarê Nînowayê Nicim Cibûrî jî ji ber bûyera li Hemdaniyeyê hefteyek şîn li parêzgehê ragihand.

Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku di encama şewatê de herî kêm 100 kesî canê xwe ji dest daye.

Duberdanî herwiha diyar kir ku li hola dawetê 800 kes hebûn û herî kêm 500 kes birîndar bûne.

Hinek birîndarên şewatê li nexweşxaneyên Hewlêr û Dihokê tên dermankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst