Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Nînowayê ragihand ku li Hemdaniyeyê 87 kes mirin, herî kêm 100 birîndar hene.
Şeva borî, li qezaya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê li holeke dawetê şewat derket.
Alîkarê Rêveberê Tenduristiyê yê Nînowayê Dr. Ehmed Duberdanî ji Rûdawê re ragihandibû ku herî kêm 113 mirî û bi sedan birîndar hene.
Parêzgarê Nînowayê Necim Cibûrî, amarên dawiyê ji nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan re eşkere kirin.
Necim Cibûrî da zanîn ku heta niha 87 kesan canê xwe ji dest daye û nêzîkî 100 birîndarî li parêzgeha Nînowayê tedawî dibin.
Necim Cibûrî diyar kir ku birînên hinek birîndaran sivik bûn û ew piştî tedawiyê çûne malên xwe.
Parêzgarê Nînowayê herwiha amaje pê kir ku hinek birîndar li Herêma Kurdistanê tedawî dibin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine li Hewlêrê 15, li Dihokê jî 19 birîndar tedawî dibin.
Li aliyê din, ji ber vê karesata ku rû daye li parêzgeha Nînowayê, “7 roj şîn” hat ragihandin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji li seranserê Îraqê “3 roj şîna giştî” ragihand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse