Serokwezîrê Îraqê li ser posta parêzgariya Kerkûkê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê li ser posta parêzgariya Kerkûkê got, “Girîng e berjewendiya xelkê Kerkûkê li ser her rêkeftinekê di navbera hêzên serkeftî yên hilbijartinên encumenên parêzgeha Kerkûkê de be.”

Serokwezîrê Îraqê Mîhemed Şiya Sûdanî li Bexdaya paytexta Îraqê bi nûnerên pêkhateya Tirkmenan ên Encumena Parêzgeha Kerkûkê re civiya.

Li Encumena Parêzgeha Kerkûkê bi navê Ehmed Remzî Kerîm û Sewsen Ebdulwahîd Şakir 2 nunerên pêkhateya Tirkmenan hene û her du jî di civînê de amade bûn.

“Sûdanî li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi israr bû”

Ehmed Remzî ji Rûdawê re got, “Civîn pir giring bû.

Serokwezîr nêrîna xwe ya derbarê avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê de rave kir û got ku nabe ti civak bê paşxistin.

Mihemed Şiya Sûdanî li ser avakirina hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê bi israr bû.”

Ehmed Remzî diyar kir ku wekî nûnerên Tirkmenan ên encumena parêzgeha Kerkûkê, wan di civînên li gel serkirdeyên siyasî û yekem civîna encumenê de, rol û însiyatifa Serokwezîrê Îraqê bilind nirxandine.

Projeya me wekî Eniya Tirkmenam a Îraqê ew e ku postê parêzgar û postên serekî yên parêzgehê di navbera her sê pêkhateyên sereke de bi dorê bên guherîn.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îraqê, ev civîn beşeke ji hewlên serokwezîr a ji bo têgihîştina di navbera hêzên niştimanî yên parêzgehê de ji bo pêkanîna hikûmeta xwecihî û cîbicîkirina bernameya hikûmetê di sektorên geşepêdanê, xizmetguzarî û pêşxistina saziyên xwecihî de bû.

"Divê wekî tîmekê kar bikin"

Sûdanî got, “Girîng e berjewendiyên xelkê Kerkûkê li ser her rêkeftina hêzên siyasî yên ku di hilbijartinan de bi ser ketine bê danîn.

Dûr ji biçûkxistina her hêzeke netewî û civakî ya Kerkûkê girîng e wekî tîmekê kar bikin.”

Serokwezîrê Îraqê endamên encumena parêzgeha Kerkûkê teşwîq kir ku hikûmeta xwecihî pêk bînin û ji bo baştirkirina rewşa aborî û bihêzkirina avadankirin û xizmetguzariyê çi pêwîst be bikin.

Sûdanî 25ê Tîrmehê bi nûnerên pêkhateya Ereban ên encumena parêzgeha Kerkûkê re civiyabû.

Divê parêzgar di va 30 rojan de bê hilbijartin

Endama pêkhateya Ereb û yek ji beşdarên civînê, Selwa Ehmedê ji Rûdawê re ragihand ku serokwezîr ji wan re gotiye, di demeke nêzîk de dê bi awayekî cuda ligel aliyên Kurd û Tirkmen ên encumena parêzgeha Kerkûkê re bicive.

Di 11ê Tîrmehê de meclîsa parêzgehê yekem civîna xwe li dar xist Li gorî qanûnê divê di nava 30 rojan de parêzgar bê hilbijartin.