7 welatiyên Tirkiyeyê li Iraqê girtî ne: ‘Encax miriyên we derkevin’

27-07-2023
Nîşan Iraq Welatiyên Tirkiyeyê Girtin
A+ A-

Erbil (Rûdaw) – Înterpolê li ser xwesteka Tirkiyeyê li çend bajarên cuda yên Iraqê 7 welatiyên Tirkiyeyê girtibûn.

Kesên ku hatine girtin dixwazin Iraq wan vegerîne Tirkiyeyê û Cafer Yildirimê ku yek ji girtiyan e ev 15 roj in ku dest bi grêva birçîbûnê kiriye.

Girtî dibêjin dadgehê biryar daye ku ew teslîmî Tirkiyeyê bêne kirin lê biryara dadgehê bi cih nayê.

7 kesên girtî Serwet Aydemîr, Cafer Yildiran, Ferhat Nigit, Cuma Barişan, Cemal Dogan, Yunus Emre Gungor û Remezan Karakayali ne û ew li Bexdayê li Navenda Polîsan a Azamê ya Babîlê têne girtin.

Hinek ji wan, beriya niha bi 4 salan hinek jî beriya salekê hatine girtin lê Iraqê hîn jî ew nedane Tirkiyeyê.

Birayê Serwet Aydemîrê girtî Suat Aydemîr, ji Rûdawê re axivî û amaje pê kir ku ew dixwazin xizmên wan cezayê xwe li Tirkiyeyê bikişînin.

Suat Aydemîr anî zimên ku Wezareta Karên Derve ya Iraqê biryara dadgehê bi cih nayîne û got:

“Dadgeha biryar daye ku Iraq wan kesan radestî Tirkiyeyê bike lê Wezareta Karên Derve ya Iraqê belgeyên wan îmze nake.”

Suat Aydemîr herwiha got ku Cafer Yildiran yek ji girtiyan e û ev 15 roj in wî dest bi grêva birçîbûnê kiriye.

“Polîsê Iraqê me li navendeke polîsan digire”

Cafer Yildiran di vîdeoya ku li girtîgehê girtiye de îfade kir ku ji ber tawanên wan ên li Tirkiyeyê, bi rêya Înterpolê biryara girtina wan hatiye standin û berdewam kir:

“Polîsê Iraqê me li navendeke polîsan digire. Hinek ji me 4 salan, hinek 2 salan û hinek jî 10 mehan girtî ne. Em hemû di demên cuda de ji bo kar hatine vê derê û wextê ku me hewl dida em biçine Tirkiyeyê em li balafirgehan û li deriyên sînoran hatine girtin.

“Encax miriyên we ji vê derê derkevin”

Em hemû dixwazin ku Iraq me vegerîne Tirkiyeyê lê Hikûmeta Iraqê vê yekê nake û bi ser de jî dibêjin ‘Em we nadine Tirkiyeyê, em we bernadin jî encax miriyên we ji vê derê derkevin’. Me li vê derê tiştek nekiriye lê em di girtîgehê de ne.

“Me divê em vegerin welatê xwe”

Me divê em vegerin welatê xwe û cezayê xwe li wir bikişînin. Şertên me yên vê derê gelekî xerab in. Di nav me de kal û nexweş hene. Em ji ber metirsiya li ser jiyana xwe nikarin behsa her tiştî bikin.”

Girtiyan meha borî ji Komeleya Jiyana Dadmend re nameyek nivîsî û wan alîkarî xwest.

Wan di nameyê de behsa rewşa xwe kir ji rayedarên Tirkiyeyê xwest ku dengê wan bibihîzin.

Li aliyê din, di nameyê de navê Bîlal Merîç jî heye lê ji ber ku ew “girtiyê sîyasî” ye hatiye berdan. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst