Hewlêr: Li Giwêrê helîkopterek ket xwarê

Hewlêr (Rûdaw) -  Li gundê Qelasoranê yê navçeya Giwêrê ya Hewlêrê helîkopterek ket. 

Serpereştiyarê Eniya Mexmûr-Giwêrê dibêje ew helîkoptera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê bûye û di dema perwerdeyê de ketiye.

Îro piştî nîvro li gundê Qelasoranê yê navçeya Giwêrê ya Hewlêrê helîkopterek ket.

Serpereştiyarê Eniya Mexmûr-Giwêrê ya Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ji Rûdawê re got ku ew li dû bûyerê ketine û wan zaniye ku hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li cihê bûyerê hebûne û ew helîkopter jî ya wan e.

Bi gotina Sîrwan Barzanî helîkopter ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye.

Derbarê ziyanên ketina helîkopterê de jî Sîrwan Barzanî got, “Bi gotina kesê ji me re axiviye, di helîkopterê de du kes hebûne û her du jî selamet in, birîndar jî nebûne.”

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê jî ji cihê bûyerê ragihand ku tîmeke Hevpeymaniya Navdewletî ji bo lêkolînê gihîştiye wê derê.