Li Iraqê mûşekbaran Hêzên Hevpeyman neçar dike binkeyên xwe vala bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Hevpeyman navdewletî li Iraqê heta niha ji 7 binkeyên serbazî yên vekişiya ne, û ew binke radestî artêşa Iraqê kirine, herî dawî jî Hevpeyman navdewletî binkeya Serbazî yê Besma yê ku rawêjkarên Îspanî lê dimînin di proseyeke fermi de valakirin.

Ev didemekî deye ku mûşekbarankirin bingehên wan ji aliyê milîşiyayên Şîe ve , Hêzên Hevpeyman neçar kiriye ku binkeyên xwe li Iraqê vala bikin,  Pisporên emnî jî dibêjin, çûna rawêjkarên biyanî dibe sedema zêdebûna kar û çalakiyên DAIŞê li welat.

Binkeyê Serbazî yê Besmaye ku Hêzên Hevpeyman di nav de jî rawêjkarên Îspanî rahênan bi hêzên ewlekariyê yên Iraqê dikirin, di proseyeke fermi de hat valakirin.

Rawêjkarên Îspanî binke bi hemû şiyanên wê radestî hikûmeta Iraqê kir. Ev jî beşeke ji proseya kêmbûna hêzên biyanî li Iraqê piştî belavbûna vîrûsa Coronayê û zêdebûna mûşekbarana bêserûber ji aliyê grûpên cuda yên çekdar ve.

Derbarê mijarê de Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş Tehsîn Xefacî dibêje: “Em îro dibin şahidê radestkirina binkeyekî din ji pêgehên Hevpeymaniya Navdewletî. Ev pêgeh Serbazgeha Besmaye ye, serbazgeheke taybet e bi rahênanê. Rawêjkarên Îspanî li vê derê di çendîn waran de rahênan bi hêzên ewlekariyê yên Iraqê dikirin. Îro bi fermi radestî hikûmeta Iraqê tê kirin. Bêguman saziya peywendîdar ji şiyan û girîngiya vê binkeyê sûdê dibe bo danîna bingehî şiyanên me bo siberojê.”

Gefa mûşekbarana bêserûber ji aliyê milîşiyayên Şîe ve bo ser Hêzên Hevpeyman ne kêmî gefên DAIŞê ne bo ser wan eger zêdetir jî nebin. Nav bi nav mûşekek li nav an derveyî binkeyê wan dikeve xwarê, bêyî ku hikûmeta Iraqê yan Amerîka bizanin ew mûşek ji ku hatine.

Li gor pisporan, bêşiyaniya hikûmeta navendî li beramber rêgirtin li wan êrîşan dibe sedema lawazbûna pêgeha Hevpeymaniya Navdewletî ku bo şerê DAIŞê li wê derê ne û hê jî gefa wê grûpa çekdar a radîkal bidawî nebûye.

Pisporê Emnî Emîr Sadî jî got: “Binkeyê Serbazî yê Besmaye kêmî 24 demjimêr berî valakirinê bû armanc, valakirin bo demeke diyarkirî û di çarçoveya rêkeftinekê de bû, ji ber van binkeyan em dibînin şer û pevçûn di navbera hêzên çekdar û Hêzên Hevpeyman de zêde bûne. Ev jî bi lawaziya dosyeya emnî ya hikûmeta Iraqê û bêşiyaniya birêvebirina dosya siyasî ve girêdayî ye. Divê proseyeke baş a hevahengiyê hebe, jihevfamkirin di navbera partiyên siyasî û wan çekdaran de hebe ku hinek ji wan ser bi aliyên siyasî ne û dikarin ligel hikûmetê bighin rêkeftinê, ew grûp dikarin xwe ligel bernameyê siyasî yê hikûmetê biguncînin bo beşdarbûna proseya danûstandina ligel Amerîka û Hêzên Hevpeyman li ser bidawîbûna pêgeha hêzên wan li ser axa Iraqê.”

Binkeyê Serbazî yê Besmaye 50 kîlometre dûrî başûrê Bexdayê ye, rawêjkarên Îspanî li wê derê rahênan bi 50 hezar serbazên Iraqê dikirin. Hêzên Hevpeyman heta niha ji heft binkeyên serbazî yên Iraqê vekişiya ne. Pisporên emnî jî dibêjin, çûna rawêjkarên biyanî dibe sedema zêdebûna kar û çalakiyên DAIŞê li welat.