Galeriya wêneyan

27-07-2019
43 Photos
Mihemed Şivanî

Semawe (Rûdaw) - Li Til Şêxe ya Semawe îro derxistina rûfatên Kurdên enfalkirî yên di gorên bikom de berdewam kir û dema ku ew rûfat hemû hatin derxistin, dê bo Peymangeha Pîzişkiya Dadwerî  li Bexdayê bên rê kirin û li wir pişkinîna DNA li ser wan rûfatan dê bê kirin.


Teymûr Ebdulla ku weke Teymûrê Enfalê jî tê naskirin, ji bo çavdêriya proseya vekirina gorên bikom ji Amerîkayê vegeriya, amaje bi wê yekê dike ku sala 1988an bi birîndarî ji gora bikom a li wê deverê rizgar bûye.


Ji aliyê Tîma Gorên Bikom ku ji Wezareta Şehîd û Enfalkiriyan a Herêma Kurdistanê, Dezgeha Şehîdan a Iraqê û Peymangeha Pîzişkî ya Dadwerî li Bexdayê, pêk tê, 23ê vê mehê dest bi vedana gorê bikom ên li Semawe kir û biryar bû heta 1ê Tebaxê xebata vedana gorên bikom berdewam kiriba. 


Lêbelê îro li ser daxwaza Teymûr Ebdulla, bi nasnav, Teymûrê Enfalê, proseya vekirin û paqijkirina gorên bi komî li Semawe hat rawestandin. Teymûr Ebdulla da xuyakirin ku pêwîst e ev prose bi awayekî be ku raya giştî ya cîhanî ji vê karesatê bê haydarkirin û bibe dokumentek li ser tawanên li hemberî gelê Kurd hatine kirin.