Iraq: Şewitandina zeviyên genim ên cotkaran karekî terorîstî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çandiniya Iraqê ragihand, ew lêkolînê li ser şewitandina zeviyên genim û ceh dikin û tekez kir, ev kar dikeve çarçoveya karên terorîstî de.

 

Berdevkê Wezareta Çandiniya Iraqê Hemîd Nayif, ji Rûdawê re ragihand, ji yekem rojên ku agir bi zeviyên cotkaran ketiye, wan şandeke bo lîkolînê şandiye parêzgeha Selahedînê û diyar kir, wê şandê raporek li ser wan bûyeran amade kiriye.

 

Hemîd Nayif got, piştî lêkolînan û bi alîkariya hêzên ewlekariyê, wan odeyeke operasyonan pêk anîne.

 

Berdevkê Wezareta Çandiniya Iraqê  herwiha da xuyakirin, bi tenê di desthilatdariya encûmena wezîran de ye ku kesên ziyandîtî qerebû bike.

 

Şandina heyeta Wezareta Çandiniya Iraqê bo parêzgeha Selahedînê ji bo amadekirina raporekê li ser bûyerên şewitandina zeviyên genim û cehên cotkaran di demekê de ye, ku li Kerkûk û Xaneqînê jî zeviyên genim û ceh ên cotkarên Kurd hatine şewitandin.

 

Wezareta Çandiniya Iraqê ti amaje bi bûyerên şewitandina zeviyan li parêzgeha Kerkûkê û navçeya Xaneqîn a Diyaleyê nekiriye.


Ji mehek berî niha ve, li Kerkûk û Xaneqînê çendîn caran erebên hawirde û hin çekdarên nenas ku li hin cihan xwe weke çekdarên DAIŞê bi nav kirine, agir berdane zeviyên genim û ceh ên cotkarên Kurd û dexl û danên wan şewitandine.