Sunnî bûne 2 bere

27-05-2013
RÛDAW
A+ A-
Bexda (Rûdaw) – Dema ku parêzgehên Sunniyan yên Iraqê berê xwe dan xwepêşandanên cemawerî ji bo doza mafên xwe ji hikûmeta bi serokatiya Nûrî Malikî ku pirraniya endamên wê Şiiyên Iraqê ne, diyar e ku Sunnî bi tevayî derbarê pêkanîna herêmek federal ku hinekî serxwebûnê ji wan re peyda bike, bûne 2 bere.

Zafir Anî kesekî berbiçav e di nav Îtîlafa Iraqiye de, ku Eyad Ellawî serokatiya wê dike. Herwiha ew yek ji wan kesan e ku alîgirê cudakirina herêmeke Sunniyan e. Anî di vî warî de ji Rûdawê re got “Sunnî niha têdigihijin ku çima Kurdan li ser ferderaliyê û avakirina herêmek taybet bo xwe li Iraqê pêdagîrî dikirin. Ji ber ku dixwestin ku mafên xwe biparêzin û xweşiyê ji xwe re misoger bikin. Wiha jî nekevin bin dilovaniya desthilata navendî.”

Anî herwiha got ku “pêkanîna herêmekê ji bo Sunniyan çiqasî niha bîroke ye, lê bi awayekî fireh di nav Sunniyan de belav bûye. Hokarê wê jî sitema serokwezîr Nûrî Malikî ye, herwiha nebûna dadperweriyê li Iraqê. Sunniyan berê berdewam pêdagîrî li ser yekîtiya axa Iraqê dikirin.” Lê hemû Sunnî ne bi vê nerîna Anî re ne, lewma dibêje “Sunnî heta niha derbarê pêkanîna herêm û mekanîzmeya pêkanîna vê herêmê de ne hevfikir in. Ev armanc jî zor e di vê demê de bi cih bê.”

Lê kesê herî diyar yê Sunnî ku cîgirê serokkomarê Iraqê ye, Tariq Haşimî, di vî alî de zelaltir dibêje : “Ezmûnê ev bawerî li cem min pêk anî ku sîstema federaliyê baştirîn sîstem e ji bo civakek gellekpêkhate. Bi taybetî ku desthilat di destê hikûmeteke wek ya Malikî ya zordar de be.”

Tariq Haşimî herwiha got “Ez bi wê yekê re me ku herêmeke Sunniyan bê damesrandin. Ne merce jî ku navê herêma Sunniyan lê bê kirin. Ji ber ku bi awayekî teorîk divê herêma Sunniyan li Iraqê Herêma Kurdistanê jî li xwe bigire. Ji ber ku di dawî de Kurd jî Sunnî ne.” Haşimî herwiha got ku “Sunne ne dudil in ji pêkanîna herêmeke taybet bo xwe. Encûmena parêzgeha Diyale di 2011ê de jî biryar bi herêmkirina parêzgeha xwe da. Parêzgeha Selahedîn û ya Enbar jî xwe ji heman gavê re amade kirin. Lê ji aliyê Malikî ve ketin bin fişar û êrişê.”

Dîwana Weqfa Sunne neraziye

Lê ev daxwaz nûneriya hemû Erebên sunnî nake. Bi taybetî jî ewên ku heta radeyekê kontrola livandina kolanan di destê wan de ye. Berdevkê dîwana Weqfa Sunniyan li Iraqê, D. Haris Cenabî, ji Rûdawê re ragihand ku “Weqfa Sunniyan doza pêkanîna herêmeke taybet bo Sunniyan red dike. Gaveke bi vî awayî jî, ku bi çi behaneyê be, ne cihê qebûlkirinê ye.” Cenabî ne amade bû ku bersiva pirseke Rûdawê bide derbarê wê yekê de ku vê daxwazê dengê pirraniya cînişînên parêzgehên Sunniyan bi dest xist û gelo ew vê daxwaza wan red dikin yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst