Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî pêngavên hikûmetê yên ji bo xizmetguzariyan gotûbêj kirin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Bexda Mihemed Şiya Sûdanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêngavên hikûmeta Îraqê yên ji bo xizmetguzariyan gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro çû Bexdayê û dê bi berpirsên Îraqê re bicive.

Nêçîrvan Barzanî destpêkê bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Îraqê û hewl û pêngavên hikûmeta Îraqê yên ji bo pêşxistina xizmetguzariyan hatin gotûbêjkirin.

Her du alîyan tekezî li ser giringîya berdewambûna gotubêjên avaker ên ji bo pirsên hevbeş ên navbera hukûmeta Îraqa û Herêma Kurdistanê kir.

Herwiha her du aliyan ji bo bihêzkirina pêwendiyan Hewlêr û Bexdayê pêwîstî bi piştevaniya hemû aliyên siyasî dît.

Ji aliyê din ve Sûdanî diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên hevbeş girîng e.

Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe ji bo hewlên Sûdanî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê nîşan da.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst