Parlamentoya Iraqê qanûna hilbijartinan pesend kir: Biryareke krîtîk ji bo Kerkûkê

27-03-2023
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Kerkûk Qanûna Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Iraqê sibeha îro piştî nirxandin û gotûbêjeke dûr û dirêj, guhertinên di qanûna hilbijartinên parlamentoyê û civatên parêzgehan de pesend kir. Li gorî qanûnê, Iraq ji sîstema navçeyên hilbijartinê vedigere sîstema “lîsteya girtî û yek navçeya hilbijartinê”. Li Kerkûkê jî hilbijartin dê li gor qeydên serjimêriya sala 1957an bên kirin.

Qanûna hilbijartinên Iraqê ku ev demek dirêj bû bûbû sedema nerazîbûnan, îro saet di 04:00 de li Parlamentoya Iraqê bi beşdariya 189 parlamenteran deng li ser hat dan û bi piraniya dengan hat pejirandin.

Bi qanûna nû ya hilbijartinan re ku ji aliyê aliyên Şie, Sunnî û Kurd ên şirîkê hikûmetê ve hatiye amadekirin, Iraq ji sîstema “pir navçeyî ya hilbijartinê” vedigere sîstema “lîsteya girtî û yek navçeyî”.

Parlamenterê PDK'ê yê li Parlamentoya Iraqê Şêrwan Duberdanî beriya dengdanê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand ku di qanûnê de hin bend hene ku Kurd li dijî wan in û got: “Komên etnîkî yên ku li Kerkûkê koçber bûne û dijîn, tekez dikin ku divê proseya dengdanê li gorî tomarên serjimêriya sala 1957an be.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah jî dibêje, ji bo hilbijartinên li Kerkûkê, serjimêriya sala 1957 dibe bingeh û êdî dabeşkirina post û berpirsyariyên li parêzgehê li gor rêjeya %32 bo pêkhateyên Kerkûkê namîne.

Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ragihand: “Demjimêr 04:00ê sibê (duşemê 27-3-2023) dengdana li ser qanûna hilbijartinên civata nûneran û encûmenên parêzgehan bi dawî hat, bi vî awayî hemû astengên li pêşiya hilbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê hatin rakirin û ji sala 2003an ve bo yekem car serjimêriya sala 1957an dibe bingeh ji bo destnîşankirina welatiyên bajêr.”

Li gor daxuyaniyê, nahyeya Sergeran ku piştî sala 1957an li ser Kerkûkê hatibû zêdekirin, careke din kete ser parêzgehê û niştecihên wê mafê wan ê dengdanê di hilbijartinên Kerkûkê de heye.

Şaxewan Ebdullah tekez kir: “Kesên ku ji bo xala 140ê serlêdan kirine yan jî tenê daxwazname pêşkêş kirine, mafê wan ê dengdanê heye; Kesên ku berî sala 2003 li Kerkûkê bûn û nifûsa wan bajarên derveyî Kerkûkê bû û di sala 1957 de hatibûn veguhestin, lê formên xwarinê yên Kerkûkê hene, dikarin deng bidin.”

Di xaleke din a guhertina qanûnê de ku girêdayî Kerkûkê ye, tê gotin, “Hemû welatiyên ku hatine Kerkûkê û navên wan bi armanca guhertina demografiyê hatine jêbirin, dê bên derxistin û mafê wan ê dengdanê nîne.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got, mijara dabeşkirina postên parêzgeha Kerkûkê li ser bingeha 32% ji bo her pêkhateyekê hat rakirin. Şaxewan Ebdullah got, “Li gorî qanûnê, desthilata paşxistina hilbijartinan li parêzgeheke ku ji aliyê hin kesan ve hatibû armanckirin, ji serokwezîr hat standin.”

Ji sala 2003an ve ji ber nakokiyên siyasî tenê carekê hilbijartinên encumenên parêzgehan li Kerkûkê hatiye kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst