Balyoza Amerîkayê: Amerîka û Îraq avakirina hevkariyeke ewlehiyê ya mayînde gotûbêj dikin

27-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yekemîn civîna fermî ya Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Hevbeş a Îraq û Amerîkayê ji bo bidawîanîna erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê hat lidarxistin.

Civînên Komîsyona Bilind a Leşkerî ya Îraq û Amerîkayê ya ji bo ji nû ve organîzekirina erkê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê ji nû ve dest pê kir.

Civîna yekem roja pêncşemê û ya duyem jî îro li Bexdayê hat lidarxistin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniya xwe de got:

“Pisporên leşkerî yên her du aliyan ji bidawîanîna erkê leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê berpirs in.”

Balyoza Amerîkayê ya Îraqê Alina Romanowskiyê jî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

“Îraq û Amerîka gotûbêj dikin ka dê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê çawa bibe hevkariyeke dualî ya hertimî ya ewlehiyê.”

Di daxuyaniya Hevpeymaniyê de jî hat gotin ku aliyan li ser berdewamkirina danûstandinan li ser asta leşkerî, danîna komîteyeke bilind a ji bo nirxandina pêşketinên hevpeymaniyê ya di têkbirina DAIŞê de û gotûbêjkirina guhertinên paşerojê yên erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê, li hev kiriye.”

Civînan di demekê de destpê kir ku êrişên li dijî Amerîkayê zêde bûn

Civînan di demekê de dest pê kir ku grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê êrişên xwe yên li ser hêzên Amerîkî zêde kirin lê Washingtonê ragihand ku ti pêwendiya gotûbêjan bi êrişan re nîne.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ve, nêzîkî 150 êrişên dronî û mûşekî li ser hêzên Amerîkî yên li Îraq û Sûriyeyê ji aliyê grûpên Şîe yên Îraqê yên ku Îran piştgiriya wan dike, hatine kirin.

Civînan Îraq û Amerîkayê roja pêncşemê dest pê kir lê berpirsên serbazî û siyasî yên her du aliyan li ser gavên ji bo bidawîanîna hêzên biyanî yên li Îraqê roja şemiyê gotûbêj kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst