Parlamentoya Iraqê roja hilbijartina serokomar diyar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê 7ê Sibata 2022, wek roja hilbijartina serokomar diyar kir.

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê îro ragihand, dê roja 31ê vê mehê navê berbijêrên postê serokomariyê “piştî hûrbûna li ser belgeyan” dê bên ragihandin.

Li gor daxuyaniya Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê, 7ê Sibatê jî rûniştineke taybet bi hilbijartina serokomarê nû dê birêve biçe.

Hejmara berbijêran

Heta niha 26 kesan xwe ji bo posta serokkomariya Iraqê berbijêr kirine ku 11 jê Kurd in, di nav wan de Hoşyar Zêbarî berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berhem Salih berbijêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ne, ku şansê bidestanîna vê postê di destê wan de ye.

Rikeberiya PDK û YNK

Rikeberiya van her du berbijêran (Hoşyar Zêbarî-Berhem Salih), her ku diçe tundtir dibe. Bi taybetî PDK û YNK yek jî ne amade ne ji bo hev tawîzan bidin û her yek ji wan, xwe hêjatir dizanin bo wergirtina wê postê û ji bo wê yekê jî YNK pişt bi rêkeftinên pêştir dispêre û PDK jî bi giraniya parlamentoyê.

Girîngiya hilbijartina serokomar

Hilbijartina serokkomar çend girêkan vedike û nexşeya siyasî ya Iraqê yekalî dike. Ji ber ku serokkomar piştî bê hilbijartin, divê di dema 15 rojan de berbijêrê mezintirîn koma parlamentoyê bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.