PDK û YNK ji bo posta serokkomariya Iraqê rikeberiya hev dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê heta niha jî rijdin li ser wê yekê ku her aliyek bi berbijêrê xwe yê Serokkomariyê biçe nav hola Parlamentoya Iraqê, ku biryar e roja 8ê Sibatê serokkomar di civîna parlamentoyê de bê hilbijartin.

Heta niha 26 kesan xwe ji bo posta serokkomariya Iraqê berbijêr kirine ku 11 jê Kurd in, di nav wan de Hoşyar Zêbarî berbijêrê Partiya Demokrata Kurdistanê û Berhem Salih berbijêrê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ne, ku şansê bidestanîna vê postê di destê wan de ye.

Rikeberiya ev her du berbijêran, her diçe tundtir dibe. Bi taybetî PDK û YNK yek jî ne amade ne ji bo hev tawîzan bidin û her yek ji wan, xwe hêjatir dizanin bo wergirtina wê postê û ji bo wê yekê jî YNK pişt bi rêkeftinên pêştir dispêre û PDK jî bi giraniya parlamentoyê.

Ligel wê jî, heta niha dem bo tawîza bo hevûdu maye.

Herêm Kemal Axa, Serokê Koma YNKê li Parlamentoya Iraqê ji Rûdawê re ragihand, “Di encama serdanên me de li gel Tevgera Sedir bi giştî, li gel aliyên Sunne, li gel herdu bereyên Şîe, wek nêrîn û helwêsta YNKê me daxwaz ji wan kir ku deng bidin kandîdê me ku Dr. Berhem e.”

Gotûbêj û hewlên Partî û Yekitiyê bo dîtina berbijêrekî yekgirtû ku rizamendiya her du aliyan li ser be bêencam man û her du alî hevûdu bi binpêkirina yekrêzî û sedema cudabûna Kurd li Bexdayê tohmetbar dikin.

Partiya Demokrata Kurdistanê ku têbinî li ser berbijêrê Yekitî bo postê serokkomariyê heye, pişt stûre bi rêkeftina ligel Tevgera Sedr û Suniyan venaşêre û dibêje, nêzîke bidestanîna postê serokkomariyê. Yekitî jî ku nêzîkî Çarçoveya Hevehangiyê ye, ji xwe bawer behsa serkeftina berbijêrê xwe bo postê serokkomariyê dike.

Rênas Cano, Endamê Şanda PDKê ya Danûstandinan diyar kir, “Em wek Partî dibêjin, di 15-17 salên bihorî de ew post di destê YNKê de bûye û em dibêjin vê postê bidin me, hêviyeke me heye ku em karekî baştir bikin. Ji aliyekî din ve renge aliyên Iraqî giliyê li PDKê dikin ku hûn çima bi awayekî ciddî nayên Bexdayê û di nav proseya siyasî de, PDK îro hatiye û li vê dergehê dide û dibêje em ciddî ne. Li aliyekî din li Herêma Kurdistanê em dizanin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha bi hukmê wan 47 kursiyên ku ji bo pêkanîna hikûmetê di destê PDKê de ne, renge ew jihevtêgihîştina di navbera hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê de pêdiviya wê bi amadebûna ciddîtir a PDKê hebe.”

Hilbijartinên serokkomariya Iraqê, pêngava duyem a bersivdayîna wan pirsane ku derbarê hikûmeta dahatû û pêkanîn û beşdarbûyan de tê kirin. Hilbijartina serokkomar çend girêkan vedike û nexşeya siyasî ya Iraqê yekalî dike. Ji ber ku serokkomar piştî bê hilbijartin, divê di dema 15 rojan de berbijêrê mezintirîn koma parlamentoyê bo pêkanîna hikûmetê erkdar bike.