Wezareta Derve ya Iraqê balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê tundiya li hember xwepêşanderên parêzgeha Duhokê şermezar kir û Balyozê Tirkiyê bangî wezaretê kir.

 

Wezareta Derve ya Iraqê ragihand: “Em teqekirina hêzên Tirkiyê li welatiyên me li bajarokê Şêladzê û komelgeha Sibrî ya ser bi navçeya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê şermezar dikin, ku ji ber teqekirinê kesek hat kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn, piştî teqekirinê jî firokeyên şer ên Tirkiyê li esmanê herêmê dizîvirîn û niştecihên wê deverê tûşî tirs û diltengiyê kirine.”

 

Di daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê de hatiye eşkerekirin: “Li ser vê bûyerê, wezaret bangî Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê dike û nameyeke nerazîbûnê radest dike û daxwaz dike ku bûyerên bi vî rengî dubare nebin.”

 

Herwiha hatiye diyarkirin: “Serweriya Iraqê û asayişa welatiyanli ser hemû berpirsyariyên hikûmeta Iraqê ye. Em cardin bi bîr tînin ku Iraq hemû cure zêdeçûnên bo ser asayiş û serweriya Iraqê û bikaranîna axa wê ji bo têkbirina asayiş û selametiya welatên cîran şermezar dike.”

 

Duh bi şev (26-01-2019) li Şêladzê li dijî bombebaranên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, xwepêşandenek hat lidarxistin. Xwepêşander çûn nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê û wesayîteke serbazî şewitandin. Di xwepêşandanan de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 16 kes jî birîndar bûn, yek ji wan birîndaran jî, ji hêzên ewlehiyê ye.