Fînland serbazên xwe ji Iraqê vediguhêze bo Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Fînlandê ragihand ku ew dê destpêka sala 2020an hêzên xwe yên li Iraqê veguhêzin bo Herêma Kurdistanê û li Hewlêr bicih bikin.

Artêşa Fînlandê bi daxuyaniyê aşkere kir ku ew dê serbazên xwe yên li Iraqê veguhêzin bo Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin artêla Fînlandê dê rahênana li Iraqê rawestîne û lê li navenda rahênana serbazî ya li Hewlêrê karûbar dê berdewam bikin.

Herwiha li gor heman daxuyaniyê hejmara serbazên Fînlandî ku dê ji Iraqê bo Herêma Kurdistanê bên veguhastin nêzikî 80 serbaz e.

Hêzên Fînlandî ji sal 2015an ve li Iraqê ne ku li gel hêzên hevpeymana navdewletî karûbarên bo hevkarî û rahênana hêzên Iraqê birêve dibirin di şerê li dijî DAIŞê de.