Şerê Rumadî dijwar e.. DAIŞ mukir tê û piran diteqîne

26-12-2015
RÛDAW
A+ A-

Rumadî (Rûdaw)- Şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên Iraqê û DAIŞê li nava bajarê Rumadî yê parêzgeha Enbarê berdewam e. DAIŞ li şikestinên xwe mukir tê û piran diteqîne.

Artêşa Iraqê ragihand ku, şer li nava Rumadî dijwar e û hêzên Antî-Terorê yên Iraqê derbasî nava navçeya Hoz a nava Rumadî bûn û bi temamî kontrol kirin.

Herwiha Serokê Lêjneya Ewlehiyê ya Encumena Bajarokê Xalîdiye ya Parêzgeha Enbarê Îbrahîm Fehdawî di daxuyaniyekê de ragihand: “Di operasyoneke leşkerî de, hêzên ewlehiyê serkirdeyekî pilebilind ê DAIŞê bi navê Seidî Ubêdî û 4 alîkarên wî kuştin.”




DAIŞ hemû pirên Rumadî teqandine

Hêzên Iraqê dibêjin ew li ser pêşdeçûnên xwe berdewam in bo girtina nava bajê, lê DAIŞ hemû pirên bajêr teqandine û bi otomobîlên bombekirî û bombeyên vedayî bergiriyê li xwe dike.

DAIŞ hemû pir teqandine da ku rê li pêşiya hêzên Iraqê bigire, lê hêzên Iraqê karîne gelek bombeyan pûç bikin û hin piran serast bikin.




DAIŞ li şikestinên xwe mukir tê

Çekdarên DAIŞê bi rêya torên civakî li şikestinên xwe li hemberî hêzên Iraqê li Rumadî mukir tê.

Yek ji çekdarên DAIŞê li ser Twittera xwe behsa şikestina DAIŞê dike û ji alîgirên DAIŞê re dibêje: “Xembar nebin. Dest ji piştgiriya dewleta xwe bernedin, eger Rumadî jî ji dest çû.”

Bajarê Rûmadî ku navenda parêzgeha Enbarê ye û piraniya xelkê wê parêzgehê sunî ne, bi temamî di destê DAIŞê de bû û niha hêzên Iraqê dixwazin wî bajêrî ji destê wê derxînin û şerekî giran li wir diqewime.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst