Hizbulaha Îraqê: Em dê êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestînin û yên li dijî Amerîkayê kêm bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulaha Îraqê ragihand ku heta agirbesta di navbera Îsraîlê û Hemasê bi dawî bibe, ew dê êrişên xwe yên li dijî Îsraîlê rawestînin û yên li dijî hêzên Amerîkayê jî kêm bikin.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê Ebû Husên Hemîdayî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew dê heta bidawîhatina agirbesta di navbera Îsraîl û grûpên çekdar ên Filistînê de êrişên xwe yên li dijî baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li deverê kêm bikin û yên li dijî Îsraîlê rawestînin.

Di navbera Îsraîlê û komên çekdar ên Filistînê de li Xezeyê agirbesteke 4 rojî hat ragihandin.

Di van 4 rojan de dê rê were dayîn alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê, beşek ji penaberan vegerin û her du alî hin girtî û dîlên xwe biguherînin.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê diyar kir ku şerê wan ê li dijî “hêzên dagirker” heta ku ew Îraqê “rizgar” nekin dê bi dawî nebe.

Sekreterê Giştî yê Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê Ebû Husên Hemîdayî ragihand:

“Em dê ji ber binpêkirina Amerîkayê ya serweriya Îraqê, derbaskirina esmanê wê bi rêya balafirên şer û sîxuriyê û destwerdana balyozê wan di karûbarên hikûmetê de, çend prensîbên xwe yên rûbirûbûnê biguherînin.”

Ketîbeyên Hizbulaha Îraqê komeke çekdar a Şîe ya di nav Heşda Şeibî de ye û yek ji komên herî nêzîk ên Îranê ye.