Serokwezîrê Îraqê li ser ‘penaberên Şingalî’ peyamek da

26-10-2023
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Şingal Penaber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê xwest alîkariya Şingalê were kirin da ku hemû penaberên Şingalî vegerin cih û warên xwe.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh bi Lijneya Wezareta Ewlehiya Niştimanî re civiya.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îraqê Yehya Resûl, li ser civînê daxuyaniyek da.

Yehya Resûl da zanîn ku Sûdanî ji bo ewlehiyên li deriyên sînorî werin zêdekirin ferman daye.

Resûl destnîşan kir ku ev ferman bi armanca rêlibergirtina qaçaxçîtiyê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî herwiha ji bo parastina ewlehiya Îraqê xwestiye tedbîrên ewlehiyê werin zêdekirin.

Serokwezîrê Îraqê di civînê de bal kişandiye ser rewşa Şingalê jî û xwestiye ku xizmetguzariyên li Şingalê werin zêdekirin.

Mihemed Şiya Sûdanî herwiha xwestiye rewşa Şingalê were başkirin da ku xelkê penaber ê Şingale vegere cihê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst