Zêdetirî %80 Krîstyanan Neynewa gundên xwe bi cih hiştine

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî  ji sedî 80 krîstyanan gundên li Deşta Neynewa cih û malên xwe bi cih hiştine, bi awayekê ku ew gundên beriyaa DAIŞê 200 bo 300 malbatan tê de bûn niha 20 bo 30 malbatan têde mane. Beşeke wan berê xwe dane Herêma Kurdiatnê û beşeke din jî çûne derveyî Iraqê.

Yûsif Nemo Krîstiyanekî ji gundê Baqufeyê yê Deşta Neynewayê ye ji malbat û kesûkarên wî ew bi tenê li gund maye.  Berê bi wan re dihat ser gorên hezkiriyên xwe, lê niha hinek ji wan koçberî Herêma Kurdistanê bûne û hinek jî penaberên derveyî Iraqê ne.

Fermanber Yûsif Nemo dibêje: ““Niha tenê 20-25 mêr, jin û zarok tên dêrê. Beriya niha dêr tijî dibû, zêdeyî 100-150 kes dihatin, lê niha nayên.”

Zêdeyî %80 Kristiyanan gundên xwe li Deşta Neynewa terikandine. Ew gundên ku beriya DAIŞê 200-300 malbat hebûn, niha 20-30 malbat tê de mane.  Li gundê Baqufeyê 200 malbat hebûn, lê niha 30 ji wan niha mane.

Cotkar Hîkmet Xelîlan jî dibêje: “Di her malekê de 3-4 malbat hebûn û li hinek mal jî zêdetir hebûn. Piştî vê rewşê şert û mercên jiyanê dijwar bûn û hemû koçberî derve bûn.

Rewşa navçeyên Kurdên Êzidî jî bi heman şêweya Krîstyana ne. Heta niha zêdeyî 330 hezar kes ji xelkê gund û komelgeh û nahiyên Şingaleê koçber bûne.

Qewmiqamê bi wekalet ê Şingalê Naîf Seydo jî got: “Komelgeha Sîbayî, Gir Êzêr kes venegeryane. Til Qesef û Til Benat ser bi nahiya Qyrewanê ve ne û ji wan jî gelek kêm kes vegeryane.”

Nêzîkî 5 salan e, DAIŞ li wan herêman bidawî hatiye, lê hêj şûnwarên wan mane. Ew ziyanên xelkê wê derê ji destê DAIŞê bûye sedem ku ew xelk careke din nevegerin bo ser cih û warên xwe.