Çekdarên berê yên DAIŞê tevlî rêzên Heşdî Şeibî dibin

26-10-2018
RÛDAW
Nîşan Heşdî Şeibî DAIŞ Rêz Foreing Policy Veger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Heta beriya salekê çekdarên Heşda Şeibî û DAIŞê li herêmên herdu parêzgehên Neynewa û Kerkûkê di şerekî giran de bûn, lê berjewendiyên hevbeş çekdarên wan herdu grûpan anî gel hevdu. Li gorî raporteke Kovara Foreing Policyê, milîtanên Heşda Şeibî hejmarek ji çekdarên berê yên DAIŞiyan girtine nav rêzên xwe, bo rêya şûnên xwe di civaka Sunneyên naverast û bakurê Iraqê de çêbikin. Encama vê yekgirtina Heşda Şeibî û DAIŞê jî bo asayişa Iraqê bûye cihê tirs û xofê.

 

Milîtanên Heşdî Şeibî, ku piraniya wan ji grûpên çekdarên Şîe ye, ji sala 2014a vir ve beşdarî şerê dijî DAIŞê ne û hejmareke pir ya ji wan grûpan li gel Îranê xwediyê peywendiyên nêzîk in. Ev herdu faktor wiha kir ku civaka Erebî ya Sunneyên Iraqê pêşwaiyeke germ li wan neke. Amerîka û hevpeymanî jî bi dudilî ne di hevpeymaniya dijî DAIŞê de cih bidin wan. Lê di 4 salên derbasbûyî de hêzên di nav Heşdî Şeibî de li pişt baskên serbazî, hêzên xwe yên siyasî pêk anî. Grûpên ser bi Heşda Şeibî di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de 48 kursî bi dest xistin.

 

Li gor raporteke Kovara Foreign Policy Heşda Şeibî bo mezinkirina çembera desthilatiya xwe li Iraqê stratejiya wergitina endaman guherandiye û niha li şûna xortên Şîe endamên berê yên DAIŞê tîne nav rêzên xwe.

 

Amadekarên raportê li gel çend berpirsên hikumî û çalakvanêN Iraqê axivî û hemûyan jî ew guehrtina di siyaseta Heşda Şeibî de pişrats kirine û dibêjin, rêkxistina Bedrê ku yek ji grûpên herî mezin e di nav Heşdî Şeibî de, 30 çekdarên berê yên DAIŞê li Gulaleyê wergirt, Esayibî Ehlî Heq jî li heman herêmê 40 endamên berê yên DAIŞê anîn nav rêzên xwe. Gulale û navçeyên deverê , herêmên bi kêşe ne, di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de

 

Berpirsekî Kurd yê li bajaroka Gulaleyê Xelîl Xudadad ji kovara Amerîkî re ragihand: “Piştî çekdarên DAIŞê di dawiya 2014a de li herêmê têk şikiyan, çekdarên herêmî yên DAIŞê nikarîbûn vegerin Gulaleyê. Bo vê jî çûn bajarên din û ji wir çûn nav rêzên Heşdî û niha bi cilûbergên leşkerî ji nû ve vegeriyane.”

 

Grûpên Heşdî Şeibî tenê bi wergirtina çekdar û endamên pilenizm ên DAIŞê ranawestin, tekez hinek serkirdeyên DAIŞê hatine nav wan milîtanan. Komek çavkaniyên ji asayişa Herêma Kurdistanê ji kovara Amerîkî re diyar kir, ku yek ji wan fermandaran Mutteşer El Turkî ye ku di navbera Hezîran-Tebaxa 2014a de li başûrê Gulaleyê fermandariya şerê li dijî hêzên pêşmerge dikir. Zeyd Mewla fermandarekî din ê DAIŞê ye, ku li gor çavkaniyên kovarê di sala 2014a de qenaeta

 

Raportê li gel hejmareke endam û berpirsên milîtanên Heşdî Şeibî axivî, ku nêrînên wan ên cuda li ser wergirtina çekdarên berê yên DAIŞê bo nav rêzên Heşdî hebûn. Yek ji wan berpirsên Esayibî Ehlî Heq red dike ku ti çekdarekî berê yê DAIŞê bo nav grûpên xwe wergirtibin. Amaje bi wê yekê kirk u ew dê bi dehan Sunneyan werbigrin, “Lê bi mercê ku ti peywendiyên zanyarî yên wan li gel DAIŞê nebûbe.”

 

Fermandarê Liqeyek li bakurê parêzgeha Diyaleyê Şêx Ebû Ehmed piştrast dike ku wan endamên DAIŞê wergirtiye û dibêje: “Gava me li herêmên Sunneyan dest bi wergirtina endaman kir, hejmareke endamên DAIŞê jî hatin nav rêzên me lê paşê şûnde vegeriyan û li ser hemûyan gumana me çêbû.” Lê berpirsekî Iraqî yê li herêmê ku wê red dike û di wê baweriyê de ye ku ew endamên nû yên berê çekdarên DAIŞê bûn, bo berdewankirina şerê dijî DAIŞê pêwîst in.

 

Berpirsekî di wî warî de bo Foreign Policy got: “Mutteşer El Turkî piştî vegera ser peymana xwe (ji DAIŞê bo Heşdî Şeibî) bû merivekî baş. Niha jî her ew li hemberî êrîşên DAIŞê garantiya asayişê ya bajaroka Tawiqê ye.”

 

Endamên DAIŞê bo çi diçine nav Heşda Şeibî?

 

Amadekarên raportê amaje bi wê yekê dikin ku ji ber hinek sedeman çekdarên berê yên DAIŞê çûna nav Heşdî Şeibî hildibijêrin. Yek ji wan sedeman jî aborî ye, ku çawa di dema xwe de jî ji ber wê sedemê sedan xort çûne nav rêzên DAIŞê.

 

Iraqî jî wek piraniya civakan piştî şerê navxweyî ne xwediyê ti siyaseteke taybet bû, ku çekdarên berê li gel civakê bipêş bixe, daku ew çekdarên ji bilî şer tiştekî din nizanin, nikarin biçine nav hêzên fermî yên Iraqê. Di vê rewşê de tenê 2 bijarteyên nîv fermî li ber destê çekdarên kevn ên DAIŞê dimînin: Yek ji wan çûna nav Heşdî Eşaîr e, ku mûçeya wan a mehane 400 dolar in û bo wergirtina wan pêwîste kesekî pewyendiya wî ya malbatî an jî  xurt hebe. Bijarteya duyemîn jî milîtanên Heşdî Şeibî ye ku zêde nerm e bo wergirtina çekdarên berê yên DAIŞê.

 

Bo çekdarên berê yên DAIŞê du deskevtiyên nasnameya Heşdî Şeibî hene. Ji aliyekî ve ew nasname rê dide ku ew çekdar tenê wek sîxurekî hêzên Iraqî di nav DAIŞê de bû û bi vê yekê jî careke din cihê xwe li nav civakê çêdike. Ji aliyekî din ve jî ji ber nasnameya Heşdî Şeibî ew çekdarên kevn dikarin bi awayekî azad di xalên kontrolê re hatin û çûnê bikin, bêyî lêpirsîn were kirin.

 

Gendelî û bertîlxwarin sedemeke din a wê diyardeyê ye. Komeke çavkaniyên herêmî yên li Mûsilê bo kovara Amerîkî ragihand, ku buhayê nasnameyeke Heşdî Şeibî 500 dolar in,  buhayê nasnameyek û tomarkirina nave DAIŞiyekî di nav endamên Supaya Bedir de jî bi qasî çend hezar dolaran e. Çavkaniyekî ewlehiyê yê li Mûsilê di derbarê vê yekê de dibêje: “Piştî temambûna şerê DAIŞê li Mûsilê, ti hemahengiyek di navbera hêzên çekdar de nemabû, bo vê yekê di mijara derxistina nasnameyê de bêserûberî hebû, kî kî bû ne diyar bû.”

 

Niştecihê navçeyê wergitina çekdarên kevn û fermandarên DAIŞê ji aliyê Heşdî Şeibî ve wek tiştekî xirab dizanin, ji ber ku ev rêyek e, bo wan tudrewan ku careke din desthilatiya navçeyê bigirine dest.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst