Ebadî: Em tenê hilweşandina encamên referandumê qebûl dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bo despêkirina danûstandin û cemidandina encamên referandumê serxwebûna Kurdistanê helwesta xwe diyar kir û ragihand ew tenê hilweşandina encamên referandumê qebûl dikin.


Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ku niha li Îranê ye di civîna fermî ya hevbeş a li gel Cîgirê Serokomarê Komara Îslamî ya Îranê Îshag Cîhangirî de li ser destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  ya pêşniyarkirina rawestandina encamên referanduma serxwebûna Kurdistanê daxuyanî da.


Heyder Ebadî amaje bi wê yekê kir ku ew destpêşxeriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  red dikin û got: “Jixeynî hilweşandina encamên refrandumê em bi tişteke din razî nabin.”


Hikûmeta Herêma Kurdistanê 3 pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kiribû da ku pirsgirkên di navbera Hewlêrê û Bexdayê de çareser bibin.

 

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de pêşniyar kir, ku encama referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê were rawestandin.

  

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha daxwaza demildst rawestandina hemû cure kirdarên leşkerî yên li dijî Kurdistanê dike û daxwaz jî dike, ku li ser bingha Destûrê gotûbêj di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî de dst pê bike.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev hersê pêşniyar pêşkêş kiribûn:

 

1- Rawestandina demildest a teqekirin û hemû cureyên kirdarên serbazî li Herêma Kurdistanê.

 

2 - Rawestandin (cemidandina) encama referanduê ku li Kurdistana Iraqê hat encamdan.

 

3 - Destpêkirina diyalogeke vekirî di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha Destûra Iraqê.”

 

Hêjayê gotinê ye Berdevka Wezareta Derve ya Ameîkayê Heather Nauert duh Çaşemî 25ê Cotmeha 2017ê di peyameke twitterî de li ser daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê  piştgiriya welatê xwe bo wê destpêşxeriya Hewlêrê bo destpêkirina gotûbêjan û rawestandina operasyonên serbazî ragihand.