Serokê Parlamentoya Iraqê dest ji kar berdide

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî destjikarberdana xwe pêşkêş Parlamantoy Iraqê kir û biryar e parlamento roja Çarşema bê ji bo dengdana li ser destkişandina wî dicive.

Cêgirê Serokê Parlamentoya Iraqêê  Şaxewan Ebdullah ji bo Rûdawê pişt rast kir, ku Serokê Parlamantoya Iraqê Mihemed Helbûsî nameya destjikarberdana xwe pêşkeş kiriyê, lê got nayê çavrêkirin ku destjikarberdana wî were pejirandin.

Biryar e Parlamentoya Iraqê roja Çarşema bê ji bo dengdana li ser destkişandina Helbûsî dicive.

Li gorî karnameya fermî ya Parlamentoya Iraqê, parlamentoya wî welatî  roja 28ê Îlona 2022an ji bo dengdana li ser destkişandina Helbûsî û hilbijartina Cîgirê Yekem ê Parlamentoyê dicive.

Cîgirê Yekem ê Parlamentoyê Hakim Zamlî yê ku ji Tevgera Sedrê bû pêştir dest ji kar berda bû.