Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê du giliyên derbarê Herêma Kurdistanê de red kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê du giliyên ji bo hilweşandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê red kir û tenê daxwaz kir, peyvek di qanûna taybet bi avakirina wê komîsyonê bê guhertin.

Îro Duşembê 26ê Îlona 2022an, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê du giliyên ji bo hilweşandina Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê red kir, ku ji aliyê Serokê Fraksyona Nifşê Nû ya di parlamentoya Iraqê de û hejmarek parlamenterên wê fraksyonê pêşkêşî dadgeha navhatî hatibûn kirin.

Şêwirmendê qanûnî yê parlamentoya Kurdistanê, Wirya Seidî ku di civîna dadgehê de amade bû, ji Rûdawê re got, “Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê bi du bendan biryar da her du gilî bên redkirin, ku di ya yekem de dibêje, qanûna Komîsyona Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê li dijî detûrê nîne, û di benda duyem de jî dibêje, peyveke di nav qanûnê de ku taybet hatiye nivîsandin, were guhertin.”

Komîsyona Hilbijartinan û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê li gor qanûna hejmar 10 a sala 2014 hatiye damezrandin û wê komîsyonê serpireştiya referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ya di 25ê Îlona 2017an de kir.

Ev peyva ku dadgehê daxwaz kiriye ku were guhertin, di birgeya yekem a madeya 2 a qanûna komîsyonê de ye ku dibêje, komîsyon yekane desthilata taybet a lidarxistina hilbijartinan û rapirsiyan (referandumê) li Herêma Kurdistanê ye.

Şêwirmendê parlamentoya Kurdistanê herwiha da xuyakirin, “têbîniya derbarê wê birgeyê de ew e ku eger rapirsiyên Iraqê li Herêma Kurdistanê bên kiirin, desthilata taybetmend a ji bo sazkirina wê, komîsyona hilbijartinan û rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê nabe, û dê komîsyona bilind a serbixwe ya hilbijartinên Iraqê dê wê saz bike, lewra jî ew peyv ji birgeya qanûna Herêma Kurdistanê dê were jêbirin.”