Kurd, Şîe û Sune ji bo avakirina hikûmetê hevpeymaniyeke nû radigihînin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê nivîsîngeha Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî li Bexdayê got, “Keştiya hevpeymaniya rêvebirina dewletê bi rê ket.”

Rêveberê nivîsîngeha Nûrî Malikî, Huşam Rikabî derengî şeva borî 25ê Îlona 2022an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Bi bereketa Xwedê, keştiya hevpeymaniya rêvebirina dewletê bi rê ket.”

Di heman demê de endamê komîteya giştî ya Tevgera Hikme ya Nîştimanî ya Iraqê Fadî Şemerî ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de cih digire li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “Rêkeftina dawî ya avakirina hevpeymaniya rêvebirina dewletê hat îmzekirin.”

Fadî Şemerî anî ziman, “Hevpeymaniya nû ji Çarçoveya Hevahengiyê, PDK, YNK, Hevpeymaniyên Ezm û Serwerî û Babilyûn pêk hatiye.”

Endamê komîteya giştî ya Tevgera Hîkme ya Emar Hekîm, Fadî Şemerî her wiha anî ziman, “Em hêvîdar in ku danûstandinên li ser berbijêrê serokkomariyê bi dawî bibin û roja destpêkirina kar û pêkanîna erkên destûrî yên Parlamentoya Iraqê werin destnîşankirin.”

Zêdetirî 11 meh in hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê hatine kirin lê ji ber nakokiyên di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de hikûmeta nû nehatiye avakirin. Tevgera Sedr daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext û darizandina berpirsên gendel dike.