Fuad Mehsûm di civata NYê de: Bila civaka navneteweyî piştgiriya me bike

26-09-2014
RÛDAW
A+ A-
Hewlêr (Rûdaw) – Fuad Mehsûm Serokkomarê Iraqê di civîna Netewên Yekgirtî (NY) de gotarek pêşkêş kir û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku piştgiriya Iraqê bike bo şerê dijî DAIŞê

 

Fuad Mehsûm got ku divê çavkaniyên DAIŞê yên aborî û serbazî werin ziwakirin û tekez kir ku berdewambûna şer li Sûriyê wê aloziyê li deverê zêdetir bike û got ku çareseriya rewşa Sûriyê divê siyasî be.

 

Fuad Mehsûm her wiha dilgiraniya xwe ji rewşa Ukraynayê jî nîşan da. Derbarê rewşa welatên Lîbya û Yemenê de jî got hêvî dike gelê her du welatan jî bigihîjin demokrasiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst