Artêş gihiştine navenda navçeyê û li ser kelhê al bilind kir

Tilefer (Rûdaw) – Artêşa Iraqê ragihand, ku navenda navçeya Tileferê û kelha wê hatiye kontrolkirin.

 

Îro Şemiyê (26-08-2017), Artêşa Iraqê ragihand, ku navenda navçeya Tileferê û Kelha Tileferê, li gel fermangeha şaristanî û nasnameyê ya Tileferê ji aliyê hêzên wan ve hatine kontrolkirin.

 

Li gorî daxuyaniyê hêzên Firqeya 9 a Zirxpoş û Heşda Şeibî çûne nava taxên Mûsenna û Selamê.

 

Ji aliyê din ve, hêzên Dije Terora Iraqê jî ragihand: “Kontrolkirina Kelha Tileferê erkê me bû û me ev erk bicîh anî.”

 

Roja 20-08-2017, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku operasyona kontrolkirina Tileferê dest pê kiriye.

 

Navçeya Tileferê

 

Tilefer dikeve bakûrê rojavayê parêzgeha Nînowa û bajarê Mûsilê. Rûberê navçeyê 28 kîlometre ye. Li gorî amarên Wezareta Bazirganî ya Iraqê yên Kanûna sala 2010ê, hejmara nîştecihên Tileferê 281 hezar kes bûne.

 

Piraniya nîştecihên Tileferê tikrmen in, herwiha kurd û ereb jî li vê navçeyê dijîn. Piraniya tirkmenên li Tileferê jî sunnî ne û beşek wan jî şîe ne.

 

Tilefer yek ji mezintirîn navçeya Iraqê ye. Tilefer 70 kîlometreyan ji Mûsilê dûr e û 57 kîlometreyan dûrê sînorê Tirkiyê ye û 60 kîlometreyan jî dûrê sînorê Sûriyê ye. Nahyeyên Rebîe û Yaziye ser bi navçeya Tileferê ne û dikevine sînorê Şingal û Rojavayê Kurdistanê.

 

Tilefer di Hezîrana sala 2014ê de ketibû destê çekdarên DAIŞê.