Serkirdeyê Şîe Xezelî: Dagirkeriya Tirkiyê ji dagirkeriya Amerîkayê xetertir e

26-07-2022
RÛDAW
Nîşan Heşda Şeibî Qeys Xezelî Esaîb Ehlî Heq PKK Iraq Tirkiye Kurd Şie
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî diyar kir ku hikûmeta nû ya Iraqê ji bo rêkeftineke stratejîk bi Tirkiyê re li ser mijarên “PKK û avê” amade ye. Xezelî herwiha got “Dagirkeriya Tirkiyê ji dagirkeriya Amerîkayê xetertir e.”

Endamên grûpêke Heşda Şeibî êvara 25ê Temûzê li ser Twitterê odeyeke sohbetê vekirin û Sekreterê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq Qeys Xezelî jî beşdarî bû û pirsên di derbarê mijarên rojevê de bersivand.

Di axaftina ku zêdetirî 2 demjimêran berdewam kir de, Xezelî derbarê aloziya di navbera Iraq û Tirkiyê de piştî êrîşa ku li Zaho tê de sivîlên Iraqî jiyana xwe ji dest dan, got “Hikûmeta nû ya Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêka PKKê û avê amade ye bi Tirkiyê re rêkeftineke stratejîk îmze bike.”

Herwiha Xezelî got “Heşda Şeibî di wê hêzê de ye ku rê li ber hemû grûpên çekdar bigire ku ji axa Iraqê êrişî welatên cîran dikin. Dagirkeriya niha ya Tirkan ji dagirkeriya Amerîkayê xetertir e.”

Pirsgirêka serokwezîrtiyê

Qeys Xezelî pêvajoya destnîşankirina Mihemed Şiya Sûdanî wek berbijêrê hevpar ê Çarçoveya Hemahengiya Şîeyan bo serokwezîrtiya Iraqê jî nirxand û got “Civîna me di atmosfereke pir erênî de derbas bû. Beriya ku Sûdanî were salona civînê, me bi piraniya dengan ew hilbijartin. Bi vekişandina birayên Seyîd Ammar Hekîm û Hacî Hadî Amirî ji berbijêrtiyê pêvajo hêsan kirin.”

Berbijêrê Kurdan bo serokkomariyê

Xezelî diyar kir ku demeke zêde ji bo avakirina hikûmeta nû ya piştî hilbijartinan dihat pêşbînîkirin derbas bûye wiha berdewam kir “Belê, me pêvajoya qanûnî derbas kir. Lêbelê spas ji Xwedê re beriya diyarkirina serokkomar me berbijêrê xwe yê serokwezîr diyar kir. Êdî ti kes nikare ji me re bibêje `em li benda berbijêrê Çarçoveya Hemahengiyê ne`. Niha top li qada birayên me yên Kurd e. Ew dê di zûtirîn dem de li ser berbijêrên xwe biryar bidin.”

Xezelî got jî “Me dixwest vê heftê roja Çarşemê hilbijartina serokkomeriyê bikin lê de dem da birayên xwe yên Kurd ku li ser berbijêrekî hevbeş li hev bikin. Lê ger lihevkirinek hevpar çênebe ev pirsgirêk bi hilbijartinê çareser dibe.”

Vekişandina Sedr

Serokê Esaib El-Haq Kays el-Hazalî got ku ew ji biryara Muqteda es-Sadr ya vekişîna ji pêvajoya siyasî "şok" bûne û got “Her çendî ragihandin ku ew ji pêvajoya avakirina hikûmetê vedikişin jî, divê hikûmeta nû ji bo razîbûna Seyîd Muqteda es-Sedr were pêşkêşkirin û piştre biryar bê dayîn.

Xezelî bi gotinên tund rexne li hikûmeta Mustafa Kazimî girt û dibêje “Ti biryarên hikûmeta demkî ne yasayî ye û hikûmeta nû dê hemûyan bi yekcarî red bike.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst