Fuad Husên: Dawiya îsal ti binkeyeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne

26-07-2021
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Amerîka Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên di kongreyeke rojnamevanî de li Washingtonê eşkere kir ku “dawiya îsal ti binkeyeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne.”

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand ku di civînan de “Amerîkayê tekezî li ser rêzgirtina li serweriya Iraqê kir.”

Fuad Husên di dewama gotinên xwe de tekez kir, “Amerîkayê soz daye ku pabend dibe bi yekperçeyiya xaka Iraqê.”

Wezîrê Derve yê Iraqê derbarê çarenivîsa binkeyên serbazî yên Amerîkayê de got, “Binkeyên serbazî dê bi temamî di bin kontrola Iraqê de bin” û diyar kir, “Binkeyên Hevpeymanan tenê ji bo rûbirûbûna DAIŞê tên bikaranîn.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Iraqê eşkere jî kir, “Dawiya îsal ti binkeyeke şerker a Amerîkayê li Iraqê namîne” û got, “Erkê Hevpeymanan li Iraqê tenê bo rahênan û şêwirmendiyê dibe.”

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Joe Biden di dema pêşwazîkirina Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de li Koşka Spî tekez kir, “Amerîka dê li ser piştgiriya Iraqê berdewam be.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden tekez kir ku, “Amerîka dê rol hebe di rûbirûbûna DAIŞê de li Iraqê.”

Joe Biden behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de jî kir û got, “Hevahengiya Amerîka û Iraqê di rûbirûbûna DAIŞê de berdewam dibe.”

Vaksîna dijî vîrusa Coronayê jî di rojeva Biden de bû û bi gotina wî, “Amerîka bilez vaksîna Corona dişîne Iraqê.”

Herwiha Serokê Amerîkayê amaje bi şerê dijî DAIŞê û bandora xerab li ser Iraqê kir û got, “Iraqiyan qurbaniyên zêde dane” û tekez jî kir, “Şerê DAIŞê ji bo seqamgiriya Iraqê ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî xwesteka welatê xwe derbirî ji bo pêşxistina hevkariya di navbera Amerîka û Iraqê de.

Mistefa Kazimî tekezî li ser girîngiya hevbeşiya Iraq û Amerîkayê kir û diyar kir ku hevbeşiya di navbera herdu welatan de “stratejîk e û em dê pêş bixin.”

Herwiha Kazimî bibîr jî xist, “Amerîka alîkara Iraqê bû di têkbirina DAIŞê de” û got, “Em bi hevahengiya di navbera Amerîka û Iraqê de kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst