Ebadî û McGurk li ser ‘parastina sînoran û hewlên reformê’ gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û nûnerê serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk li Bexdayê civiyan û derbarê bihêzkirina peywendiyên du alî de gotûbêj kirin.

 

Serokwezîrê Iraqê êvara doh çarşemiyê li gel Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de, Brett McGurk civiya.

 

Li gorî daxuyaniyeke ofîsa serokatiya wezîran a Iraqê, di civînê de Ebadî û McGurk “behsa bihêzkirina peywendiyên du alî û  geşedanên siyasî yên herî dawî li Iraqê” kirine.

 

Li gorî daxuyaniyê, McGurk di vê civînê de “pesna rêkar û hewlên hikumeta Iraqê di baştirkirina rewşa aboriya welat û gihandina xizmetguzariyan bi xelkê” kiriye.

 

Herwiha McGruk jî li ser hesaba xwe ya Twîterê ragihandiye, serdana wî bo Bexdayê “bo encamdana çend civînan li gel Heyder Ebadî û serkirdeyên din ên Iraqê, derbarê mijarên weke şerê li dijî DAIŞê, parastina sînorên Iraqê û herwiha çaksaziyên aborî li gorî çarçoveya rêkevtina stratejiya navbera Waşingto û Bexdayê de bûye.”