Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî tê Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî dê ji bo şopandina rewşa penaberên bajarê Mûsilê yên li Başûrê Kurdistanê serdana Hewlêrê bike.

Rêveberê ragihandinê yê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirov a Iraqê li Başûrê Kurdistanê, Mihemed Sabir Gomeşînî ji Rûdawê re got, helbet me ji zû ve dixwest berpirsên hikûmeta Iraqê serdana awareyên Mûsilê û yên ku ji deverên din ên Iraqê reviyane Herêma Kurdistanê bikin lê ji ber derengketina hilbijartina serokatiya parlamentoyê ev yek dereng ma.

Mihemed Sabir Gomeşînî da zanîn, di çarçoveya vê pilanê de Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û çend endamên parlamentoyê dê sibê (27ê Tîrmehê) saet 8:00 serdana Hewlêrê bikin û dê serdana kampên Elqoş û Xazir bikin û ji nêzîk ve rewşa penaberan bişopînin.

Piştî destpêkirina kirîza Iraqê ya ku bi êrişên DAIŞê re derket holê, bi sedan hezar kes ji Mûsil û deverên din ên Iraqê reviyan Herêma Kurdistanê.