Felûce hate rizgar kirin!

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê bajarê Felûce bi temamî control kir. Generalê Iraqî jî ragihand ku şerê Felûceyê bidawî bûye.

 

 

Operasyona rizgarkirina bajarê Felûceyê ku bi hevkariya hêzên hevpeymanan ji aliyê Artêşa Iraqê ve dihate lidarxistin, bi dawî bû. Hate ragihandin ku Felûce bi temamî ji destê DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin.

 

Generalê Artêşa Iraqê Abdulwahab el-Seîdî ji ajansa Reutersê re ragihand ku şerê Felûceyê bi dawî bûye.  El-Seîdî ragihand ku di seranserê operasyonê de hezar û 800 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

 

Bajarê Felûce 50 km li rojavayê payutext Bexdayê ye û ji 2014’ê ve di destê DAIŞ’ê dee bû. Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên hevpeymanan roja 23’ê Gûlanê operasyonê dabû destpêkirin.

 

Bajarê Felûce yek ji bajarê stratejîk ê di destê DAIŞ’ê de bû ku rêxistinê êrîşên xwe yên li ser Bexda û herêmên din li vî bajarî amade dikir.

 

Herwiha bi rizgarkirina Felûce artêşa Iraqê qadek berfereh ê heta ser sînorên Sûriyê jî control dike.