Eyad Ellawî: Bila Kurd û Şîe şer bisekînin û li dijî DAIŞê bibin yek
Bexda (Rûdaw) – Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî û Serokwezîrê Iraqê yê pêştir Eyad Ellawî li ser şerê li Xurmatu daxwaza ji milîsên Şîe û Hêzên Pêşmerge kir, dawî bi şer bînin û li dijî DAIŞê bibin yek.
Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê yê pêştir û Serokê Fraksyona Hevpeymaniya Niştîmanî di Parlamentoya Iraqê de Eyad Ellawî derbarê şerê li navçeya Xurmatu de daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Di daxuyaniya ofîsa Eyad Ellawî de tê gotin: “Em daxwaza ji aliyên nakok dikin li Xurmatu bo bidawîkirina vê rewşa niha ya navçeyê û parastina jiyana xelkê sivîl gotûbêj û danûstandinê bikin û hemû hewlên xwe bo vê mebestê bi kar bînin.”
Ellawî herwiha daxwaza rawestandina şer dike û dibêje: “Pêwîst e em şerê komên çekdar bikin û di ser hemûyan re jî şerê çekdarên DAIŞê, ku hewl dide tovê du alîtî û belavbûnê bixe navbera iraqiyan. Pêwîst e em derfetê nedin dijminan ku ji ber berjewendiyên xwe du alîtiyê bixin nav refên me.”
Şeva 23ê Nîsanê şer di navbera milîsên Şîe yên girêdayî Heşda Şeibî û Kurdan li navçeya Xurmatu derket.
Li gor amarên nefermî di pevçûnan de heya niha 12 welatiyên Kurd û pêşmerge şehîd bûne û çend kes jî birîndar bûne. Ji milîsên Şîe jî li gor zanyariyên piştrastkirî yên Rûdawê, heya niha 40 kes hatine kuştin û 67 milîs jî birîndar bûne.