'Li gorî dadgeha Parîsê cezayê Tirkiyê ne tenê 1.5 milyar dolar e lê zêdetir e'

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Petrola Kurdistanê Asim Cîhad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand, cezayê 1.5 milyar dolarî ku Dadgeha Navbênkariya Navdewletî ya Parîsê li dijî Tirkiyê sepandiye, ew rêjeya daxwaza Iraqê nîne û got: ‘’Şanda ku dê îro serdana Bexdayê bike, dê li ser mekanîzma nû ya hinartina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj bikin û dema bigihin rêkeftinê dê bê ragihandin.”

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad derbarê rawestandina petrola Herêma Kurdistanl bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê de got “Piştî dawiya heftê Dadgeha Navbênkariya Navdewletî ya Parîsê biryar da ku bi rawestandina hinardekirina petrola herêma Kurdistanê de, ji duh ve pertol ji herêma Kurdistanê bo derve nayê hinardekirin û hatiye rawestandin.”

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê got “Îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û yek ji wan mijarên ku dê li ser were gotûbêjkirin, mijara petrolê û hinartina wê ye.”

Di derbarê biryara dadgehê ya ku divê Turkiye yek miliyar û 500 milliyon Dollar bide Iraqê Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê dibêje "Mîqdara ku di biryarê de hatiye diyarkirin ne wek hev e, ji ber ku Iraqê daxwaza zêdetir kiriye, ji ber vê yekê dê di pêşerojê de cezayên zêdetir hebin."

Şeva 24ê Adarê Dadgeha Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê biryara doza ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye ji medyaya cîhanê re ragihand. Dadgehê biryar da ku nabe bêyî destûra hikûmeta federal a Iraqê, keştiyên petrolê yên wî welatî ji benderên Tirkiyê ber bi bazarên cîhanê ve biçin.

Li gor nûçeya Reutersê, Iraqê îro şandina nefta xav ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê rawestandiye, Tirkiyê jî ji Iraqê re gotiye ku ew rêzê li biryara dadgehê digire û êdî rê nade ti gemiyek bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê hinarde bike.

Wezareta Petrolê ya Iraqê jî ragihand, ew pêşwaziyê li biryara Dadgeha Parîsê dikin, ku biryar daye nabe  bêyî destûra Bexdayê petrola Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve bê hinardekirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Petrolê ya Iraqê, ev biryar nîşan dide ku Wezareta Petrolê ya Iraqê, bi rêya SOMO, tekane sazî ye ku ji bo birêvebirina hinardekirina neftê bi rêya Bendera Tirkiyê re destûr heye.

Di 8ê Gulana 2014an de Wezareta Petrola Iraqê li ser rewabûna bikaranîna boriya petrolê ya Iraq û Tirkiyê ji bo veguhestin û hinartina petrola Herêma Kurdistanê bo bendera Ceyhanê bêyî rizamendiya hikûmeta Iraqê, şikayetek pêşkêşî Odeya Bazirganî ya Navdewletî li Parîsê kir.

Ev gilî têkildarî hinartina petrolê ya di navbera salên 2014 û 2018’an de ye, Iraq dibêje ku ji ber reftarên Tirkiyê 26 milyar dolar zirar dîtiye, lê piştre ev qas hatiye zêdekirin.

Di 20 Nîsana 2021an de Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, Iraqê daxwaza 34 milyar dolaran ji Tirkiyê kiriye ji bo hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bi rêya bendera navdewletî ya wî welatî bê vegerandin bo hikûmeta Iraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst