Li Bexdayê bi roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê kirin

26-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi sê roketan êrîşî Balyozxaneya Amerîkayê ya li navçeya Kesk a Bexdayê hat kirin, lê belê roket li nêzîk avahiya balyozxaneyê ketin.

Sibeha îro 3 roket li nêzîkî Balyozxaneya Amerîkayê, ku li navçeya Kesk a Bexdayê ye, ketin xwarê û heta niha ziyanên wan eşkere nebûne. 

Piştî vê êrîşî balyozxaneya Amerîkayê zenga haydarkirinê lêdaye, lê ti daxuyaniyek derbarê ziyanên wê êrîşê de eşkere nekiriye.

Piştî kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds û Ebû Mehdî Muhendis Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî, gelek caran balyozxane û binkeyên serbazî yên Amerîkayê yên li Iraqê dibin armanca êrîşên roketî.

Tê nûkirin...

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst