Fermandariya Operasyonên Hevbeş: DAIŞê 230 sivîl xistin nav xaniyan û teqand

26-03-2017
RÛDAW
Nîşan Mûsil DAIŞ Fermandariya Operasyonên Hevbeş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandariya Operasyonên Hevpeş derbarê li Mûsilê kuştina 230 sivîlan de ragihand, ku DAIŞê ew kes xistine xaniyan û bi bombeyan xanî teqandine. Fermandariyê îdîa kir, ku şahidên vê bûyerê hene û li ser bombebarana firokeyan ti belgeyek nîne.

 

Fermandariya Operasyonên Hevpeş roja 26ê Adara 2017ê bi daxuyaniyekê ragihand; “Xaniyên li taxa Mûsil Cedîde yên ku tê de sivîl hatibûne kuştin, ji sedî 100 wêran bûne û hemû dîwarên wan bi bombeyan hatine hilweşandin.”

 

Di daxuyaniyê de Fermandariya Operasyonên Hevbeş îdîa kir, ku şahidê vê bûyerê hene û ew xanî ji aliyê DAIŞÊ ve hatine teqandin, ti belge jî nînin, ku xanî ji aliyê firokeyan ve hatibine bombebarankirin.   

 

Daxuyaniya Fermandariya Operasyonên Hevbeş wiha dibêje; “Li ser daxwaza hêzên me roja 17ê Adara 2017ê, firokeyên hevpeymaniya navdewletî li kolana Rîsale ya Mûsilê civîneke çekdarên DAIŞê kiriye armanc. Beriya wê zanyariyên me hebûn, ku DAIŞê hejmareke malbat di xaniyekê de bendkirine û dixwazin ligel êrîşa hêzên me wan xaniyan biteqîne.”

 

Fermandariya Operasyonên DAIŞê berpirsiyariya hilweşandina wan xaniyan dixe stûyê DAIŞê û diyar dike; “Tîmek ji pisporên serbazî li wan xaniyan lêkolîn pêkanîn. Nîştecihên wê kolanê şahid in, ku ew xanî ji aliyê DAIŞê ve hatine bombekirin. DAIŞê ew xanî dorpêç kiribûn û malbat xistibûne nav de. Li ser bane malan jî teqe li hêzên ewlekariyê dikirin.”

 

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku hêzên iraqî di xaniyeke din de 25 jin û zarok rizgar kirine, ku ew xanî jî ji aliyê DAIŞê ve hatine bomberêjkirin û xwestine biteqînin. Herwiha tê gotin ku heta niha ji xaniyên hatine teqandin termê 61 kesan hatiye derxistin.”

 

Roja 23ê Adarê firokeyên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê li rojavayê Mûsilê du xaniyên sivîlan bombebaran kirin. Rûdawê ji hemû cîhanê re ragihand, ku di jêrzemîna wan xaniyan de 230 kesên sivîl hebûne û bûne qurbanî.

 

Tora Medyaya Rûdawê yekemîn ajans bû ku nûçe û dîmenên vê bombebaranê gihande cîhanê.Vê yekê jî karvedaneke mezin ava kir.

 

Hevdem Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaz ji parlamentoyê kir, ku bi lezgînî bicivin û li ser vê bûyerê guftûgo bikin.

 

Hevpeymaniya Navdewletî ya Li Dijî DAIŞê jî ragihand, ku ev êrîş li ser daxwaza hêzên ewlekariya Iraqê, bi armanca bombebarankirina çekdarên DAIŞê hatiye kirin. Lê di êrîşê de kesên sivîl bûne armanc.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst