Mezargeha Şît Pêxember hate wêrankirin
Mûsil (Rûdaw) – Li Mûsilê ji bo têkbirina xîlafeta DAIŞê şerekî giran tê kirin. Ji ber şer bi tevê mirovan bajêr û dîroka bajêr jî ziyanên mezin dibînin. Çekdarên DAIŞê vê care jî li rojavayê Mûsilê Mezargeha Şît Pêxember bi temamî wêran kirin.
Operasyona rojavayê Mûsilê di hefteya 6emîn de berdewam dike. Hummer û tankên Artêşa Iraqê nikarin bikevin nav kolanên teng ên taxa Cedîdeyê. Taxa Bebil Cedîde bûye sînorê şerê serbazên iraqî û çekdarên DAIŞê.
Fermandarên Artêşa Iraqê pêşbînî dikin, ku îro yekşemê 26-3-2016 xwe bigihînin Îstasyona Trênê.
Di 24 demjimêrên dawîn de çekdarên DAIŞê bi 7 otomobîl û 10 motorsîkletên bombekirî êrîşî serbazên Iraqê kiriye. Ji ber vê yekê hejmareke serbazên Dijî Terorê û Deswerdana Lezgîn jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha 35 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin û termên wan li qada şer mane.
Çekdarên DAIŞê ji bo nehiştina berhemên dîroka herêmê, Mezargeha Nebî Şît a li rojavayê Mûsilê jî wêran kirin.
Ji Polîsên Federal Eqîd Teha Ebûd ji Rûdawê re ragihand; “Ev navçeya Nebî Şît e û cedeya bazirganiyê di nav re derbas dibe. Dikeve navenda Mûsilê. Çekdarên DAIŞê herwke mezargeha Yûnis Pêxember, mezargeha Şît Pêxember jî hilweşandin.”
Nîştecihên vî aliyê bajêr jî ji ber DAIŞê û bombebarana giran nikarin ji malên xwe derbikevin. Bi sedan kes tî û birçî di nav agirê şer de mane.
Jinekê nîşteciha Mûsilê ya bi navê Mûlkiye Reşîd Hesen jî ji Rûdawê re ragihand; “Ev 9 roj in em li xwarinê digerin. Xwarin peyda nabe. Ji bo peydakirina piçek xwarinê ez gelek westiyam. Em ji mala xwe derneketin, koçber nebûn lê em bêxwarin mane. Ez ji bo kurê xwe digrîm. Ne kar heye, ne pere û ne jî xwarin.”
Rojavayê Mûsilê bûye meskenê berpirsên mezin ê DAIŞê. Çekdarên DAIŞê roj bi roj zêdetir hêza xwe û axa bin kontrola xwe de wenda dikin.