Dadgeha Federal a Iraqê li ser dozeke dijî Herêma Kurdistanê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Biryare roja Sêşemê Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser dozeke ku dijî Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê û Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kom bibe. Ev gilî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Bazirganiya Xwarinê ya Wezareta Bazirganî ya Iraqê ve hatiye kirin.

Li gorî bernameya civînên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, biryare roja Sêşem, 28.2.2023, dadgeh derbarê dozeke bo pabendkirina Herêma Kurdistanê bi dayina pereyê firotina yekeyên kuponên xwarinê di navbera 01.01.2004 heta 30.09.2021an kom bibe.

Ev gilî ji aliyê Rêveberê Giştî yê Kompaniya Bazirganiya Xwarinê ya Iraqê ve li dijî Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Herêma Kurdistanê Kemal Muslim û Rêveberê Giştî yê Bazirganî yê wê Wezaretê Newzad Kamil hatiye tomarkirin.

Ew gilî heta niha 4 caran hatiye paşxistin, ku gilîkar daxwaza mûçeyê 18 salan ji firotina yekeyên xwarinê ji aliyê dezgehên xwarinê li Herêma Kurdistanê dike, lê Wezareta Bazirganiyê di wê baweriyê de ye ku ew gilî bi ser nakeve.

Rêveberê Giştî yê Bazirganî li Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya Herêma Kurdistana Iraqê Newzad Kamil îro Yekşemê ji Rûdawê re ragihand "Me di dawiya sala borî de bi Wezareta Bazirganiyê ya Iraqê re li hev kir da ku doz bi dawî bibe. Niha rêkeftin di meriyetê de ye, ji ber vê yekê em ne li bendê ne ku dadgeha federal ti biryarekê li ser gilînameyê bide, ji ber ku doz ber bi çareseriyê ve diçe, ji ber vê yekê dibe ku dadgeh biryara li ser dozê taloq bike."

Newzad Şêx Kamil da zanîn ku wan duh li Hewlêrê ligel şandeke Wezareta Bazirganî ya Iraqê civiyan û rêkeftina di navbera wan de gotûbêj kirin, ji ber wê jî tê çaverêkirin ku ew rêkeftin wek berê bên cîbicîkirin.

Derbarê rêkeftina di navbera her du wezaretan de, Newzad Şêx Kamil got “Li gorî rêkeftina me û Wezareta Bazirganî ya Iraqê di sala 2022’an de, her meh ew kuponên xwarinê ji Bexdayê re tên şandin, di ber de Wezareta Bazirganî ya Iraqê jî mesrefa veguheztin û daxistina yekeyên xwarinê, mûçeyên karmendan û xercên din li ser xwe digire."