Tariq Haşimî ji ber şehîdbûna Şîfa Gerdî serxweşî li Rûdawê kir

26-02-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Tariq Haşimî Şîfa Gerdî Şehîd Rûdaw Medyaya kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokomarê Berê yê Iraqê, Tariq Haşimî ji ber şehîdbûna Şîfa Gerdî peyameke serxweşiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.

 

Tariq Haşimî di peyama xwe de dibêje:

 

“Birayên ji kanala esmanî ya Rûdaw a xweştivî, bi xem û nexweşiyeke herî zêde ve nûçeya şehîdbûna karmenda kanala Rûdawê gihîşt me û tevlî karwana şehîdên medya û rojnamevaniyê bû.

 

Haşimî herwiha dibêje: Em daxwaz ji xweda dikin, ku bi dilovaniya xwe ya zêde, wê efû bike û sebr û aramiyê jî bide kesûkar û hevrêyên wê”.

Roja şemiyê 25ê Sibata 2017ê, di dema rûmalkirina bûyerên operasyona Mûsilê de, bombek bi tîma rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê ve teqiya û di encamê de rojnamevan û Rêvebera Output a Rûdawêm Şîfa Gerdî şehîd bû û kamêramanê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.

 

Şîfa Gerdî yek ji rojnamevanên herî çalak ên Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Şîfa Gerdî ji destpêka damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ve, stêrkek geş a ekrana Rûdawê û medyaya kurdî bû.

 

Gerdî herwiha rêvebereka çalak, zîrek û bi bandor a Rûdawê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst