Hakan Fîdan: Em dixwazin Îraq PKKyê wekî rêxistineke terorê nas bike

26-01-2025
RÛDAW
Hakan Fîdan û Fuad Hisên / Wêne: AA
Hakan Fîdan û Fuad Hisên / Wêne: AA
Nîşan Tirkiye Îraq PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Daxwaza me ji Îraqê ew e ku PKKyê wekî rêxistineke terorîst pênase bike.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro çû Bexdayê.

Hakan Fîdan destpêkê li gel Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Hisên civiya.

Fuda Hisên û Hakan Fîdan piştî hevdîtinê di civîna hevpar a rojanemgerî de de axivîn.

Hakan Fîdan diyar kir ku wî di hevdîtina xwe ya li gel hevtayê xwe de firsend dît ku ew mijarên girîng ên her du welatan û yên herêmî bi berfirehî biaxivin.

“Îraq çi qasî bi hêz be aramiya Tirkiyeyê jî dê ew qasî zêde bibe”

Fîdan da zanîn ku  Tirkiye bi nêrîneke stratejîk ve têkiliyên xwe yên bi Îraqê re dinirxîne û got:

“Îraq çi qasî bi hêz û dewlemend be, aramiya Tirkiyeyê jî dê ew qasî zêde bibe, Îraq çi qasî bi ewle û îstiqrar bibe li herêmê jî aştî û aramî dê ew qasî zêde bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku PKK serweriya Îraqê binke dike û got di mijara ewlehî de hevkariya bi Îraqê re bi qîmet e û wiha pê de çû:

"Bi taybetî hevkariya li dijî terorê û têkoşîna me ya li dijî DAIŞ û PKKyê pir girîng e.

Herî dawî ji ber êrişa PKKyê 2 leşkerên Îraqê şehîd bûn.

Ez dixwazim vê rastiyê bi awayekî herî xurt bibêjim. PKK Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê dike hedef.

Ji bo dahatûya herêma me, rehetî û aramiyê em mecbur in ku li dijî terorê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

“Divê em hemû derfetên xwe bikin yek”

Divê em hemû derfetên xwe bikin yek û DAIŞ jî PKKyê jî ji holê rakin.

Hêviya me ya dawî ya ji Îraqê ew e ku ew PKKya ku wekî rêxistineke qedexe îlan kiribû, wekî rêxistineke terorê jî nas bike."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Dr. Fuad Hisên jî di heman kongreya rojnamevaniyê de ragihand ku wan di civîna xwe de behsa pêwendiyên her du welatan kirine.

Bi gotina Fusa Hisên wan bi taybetî behsa rewşa Sûriyeyê kiriye.

Fuad Hisên da zanîn ku ew li gel birêvebiriya nû ya Sûriyetê di pêwendiyê de ne û hewl didin ku hevahengiya wan di gelek waran de hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst