Sûdanî: Komeke sûcdar Qada Gazê ya Kormorê kir armanc û dê bê cezakirin

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Îraqê Qada Gazê ya Kormorê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê fermana avakirina komîteyeke lêkolînê ya li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê ya navçeya Çemçemalê da ku divê di 48 saetan de encaman bidin.

Şeva borî bi mûşekan êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê hat kirin.

Êriş bûbû sedema şewîtina depoyeke gaza xwezayî û ti ziyanên canî çênebûbûn.

Piştî bûyerê timên agirvemirandinê û ambulans çûbûn cihê bûyerê û hêzên ewlehiyê jî dest bi lêkolînê kiribû.

Serokwezîr û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ragihand:

“Armanca van kiryaran aboriya xelkê Îraqê ye û grûpa ku ew tawana kiriye dê bê cezakirin.”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî di daxuyaniyeke de got:

“Di demekê de ku Hikûmeta Îraqê ji bo pêşxistina jêrxana welat, dabînkirina aramiyê ji bo welatiyên û parastina ewlehiya niştimanî dixebite, hejmarek kesên wêranker rabûn Qada Gazê ya Kormorê ya li başûrê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê kirin armanc.”

Serokwezîrî û Fermandariya Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê herwiha anî ziman:

“Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê ferman da ku di nava 48 saetan de derbarê bûyerê de lêkolîn bê kirin.”

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê bajarojê Qadir Keremê yê qezaya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, pêşverbirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022 û 2023yan jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst