Serokwezîrê Iraqê serdana Fransayê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Di demeke kurt a kêmtir ji mehekê de, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bo cara duyem berê xwe dide Ewropayê û serdana Fransayê dike. Li gor agahiyan, Sûdanî ji bo pêşvebirina peywendiyên enerjî û ewlekariyê serdana Fransayê dike.

Di kêmtir ji 20 rojan de ev cara duyemîn e ku Sûdanî diçe Ewropayê. Berî du hefteyan, Serokwezîrê Iraqê li Almanyayê pêşengiya îmzekirina rêkeftinekê ji bo pêşxistina sektora elektrîka Iraqê kiribû.

Îro li Koşka Elyseeyê Serokwezîrê Iraqê ji aliyê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ve ji bo gotûbêjkirina mijarên enerjî û ewlekariyê tê pêşwazîkirin.

Berî birêketina ber bi Parîsê ve, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji medyaya Fransî re got, ew dixwazin rêkeftinên navbera Iraq û Fransayê çalak bikin û yek ji wan rêkeftinan jî ya bi bihayê 27 milyar dolarî ye ku sala 2021ê di navbera Bexdayê û kompanya Total Enerjî ya Fransî de hatibû kirin, lê ji ber nakokiyên wezaretên kabîneya berê ya Iraqê nehatibû cîbicîkirin.

Pisporê Peywendiyên Fransa û Rojhilata Navîn, Fabrice Balanche dibêje, serdana Serokwezîrê Iraqê ji Fransayê re pir giring e û Parîs di vê serdanê de li benda gelek tiştan e.

Fabrice Balanche got: “Em li bendê ne di vê serdanê de ji bo Fransayê gelek tişt bên bidestxistin. Em dixwazin girêbestek me ligel Iraqê hebe, bi taybetî ji bo kompanyaTotal Enerjî ku sereke kompanya Fransî ye. Sala borî ligel Iraqê girebest îmze kir, lê mixabin ti gaveke berçav nehat avêtin. Ji ber vê yekê birêz Macron li bendê ye di vê serdanê de wê rêkeftinê îmze bike.”

Sûdanî serokatiya kabîneyekê dike ku piraniya partiyên wê alîgirên Îranê ne û dixwaze Iraq di warê enerjiyê de serbixwe bibe. Lê di heman demê de yek ji sêyan gaz û elektrîkê ji Îranê hawirde dike.

Macron serokkomareke ku bi taybetî bala xwe daye Iraqê û di dema serokatiya xwe de du caran serdana Iraqê kiriye, meha borî di konferansa Bexda 2 ya li Urdunê de gotibû, divê rêya Iraqê ji derveyî welat neyê diyarkirin.

Rêveberê Navenda Fransa bo Gotûbêje li ser Iraqê, D. Adil Baxewan dibêje, “bendewariya yekem a Fransayê ji Sûdanî avakirina pira baweriyê di navbera Bexda û Parîsê de ye. Tişta ku Sûdanî li Parîsê çaverê dike ew e ku heya çi qasî dikare bersiva bendewariyên wî bide bi taybet lis er asta jeopolîtîk û siyaseta cîhanî.”

Li gor Serokwezîrê Iraqê, perwerdekirin û pêşvebirina hêza ewlekariya Iraqê, herwiha kirîna çekan dê beşeke din a gotûbêja ligel Macron be.