Dadgehê 3 sal zîndan bi ser Esîl Nuceyfî de sepand

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Tawanan a Resafe li Bexdayê bi tohmeta gendeliyê cezayê 3 sal zîndanê bi ser parêzgarê Mûsilê yê berê Esîl Nuceyfî de sepand.

 

Li gorî belgenameya ku Encumena Bilind a Dadê ya Iraqê derxistiye, Dadgeha Tawanan a Resafe, li gorî madeya 329 a Yasaya Cezakirinê ya Iraqê, biryara 3 sal cezayê girtîgehê ji parêzgarê Mûsilê yê berê Esîl Nuceyfî re biriye.

 

Li gorî wê biryara dadgehê, geşt û serdan jî ji Nuceyfî hatine qedexekirin û herwiha dest bi ser mulk û malên wî de jî tê girtin.

 

Li hember wê biryara Dadgeha Tawanan a Resafeyê, Esîl Nuceyfî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de ragihandiye, ku berê jî ew weke sedemê ketina Mûsilê hatibû tohmetbarkirin, lê belê ti belgeyek nekete destê wan, ji ber wê yekê jî di medyayan de digotin, ku Nuceyfî piştgiriya terorê dike.

 

Nuceyfî daye xuyakirin, ku ew bi xwe zirardîtiyê herî mezin ê destê terorê ye û tekez dike, ew biryara dadgehê qebûl nake û dê li dijî wê biryarê rêkarên yasayî dest pê bike.