Galeriya wêneyan

26-01-2017
11 Photos
RÛDAW

Mûsil (Rûdaw) – Piştî kontrolkirina devera şûnwarî û dîrokî ya Mûsilê ji aliyê hêzên Artêşa Iraqê ve, gelek çekd û teqemeniyên çekdarên DAIŞê hatin dîtin ku piştî şikestina di şer de, li pey xwe hiştine. Di nav wan çek û teqemeniyan de, mûşekên mezin jî hene.

 

Mûşekên DAIŞê ku di şerê kontrolkirina Mûsilê de, ketine destê Artêşa Iraqê, mûşekên firokeyên şerî ne û bi zimanê rûsî li ser wan mûşekan hatiye nivîsandin û çêkiriyê Rûsya ne.

Fermandeyên Artêşa Iraqê ji Rûdawê re gotin, ku ew texmîn dikin, DAIŞê ew mûşek ji Sûriyê derbasî Iraqê û bajarê Mûsilê kiribin.

Hejmara mûşekên DAIŞê yên ku ketine destê hêzên iraqî, 25 mûşek in.

Herwiha hêzên Dije-Terorê yên Iraqê piştî kontrolkirina Taxa Reşîdiye ya li aliyê çepê yê bajarê Mûsilê, du kargehên çêkirina çek û teqemeniyan li ser beravê Çemê Dîcleyê bibînin.

Di wan kargehan de jî hawinên 100 mm û 110 mm hebûn ku hêzên Artêşa Iraqê dest danîn ser wan hawinan.

 

Fermandeyên meydanî yên Artêşa Iraqê ku di şerê Mûsilê de beşdar in, ji Rûdawê re diyar kirin, ku bi baweriya wan beşek ji wan çekdan, sala 2014ê û di dema dagîrkirina Mûsilê de ketine destê DAIŞê û yên cebilxaneyên Artêşa Iraqê li Mûsilê bûne.

Li rojhilata Mûsilê, herwiha laboratuvarek ku DAIŞ têde ceribandinên çekên kîmyayî pêk dianî, hat dîtin.

Fermandarê Dije-Terorê yê Iraqê Ebdulwehab Seidî ji Rûdawê re ragihand, li taxa Muhendisîn a Mûsilê, laboratuvareke ku DAIŞ li wir ceribandinên çekên kîmyayî pêk dianî, hatiye dîtin.

Seidî aşkera kir “Me pisporên çekên kîmyayî anîn vê derê û me dît ku DAIŞ di hin bombeyan de gaza xerdelê bi kar anîye.”