Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê: Balyoz hêj li Bexdayê ye û me vala nekiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, ew zanyarî nerastin ku behsa wê yekê dikin qaşo balyozxane hatibe valakirin û tekez dike, heta niha jî Balyozê Amerîkayê li Bexdayê ye.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku “Balyoz (Matthew) H. Tueller li Bexdayê ye û balyozxane jî berdewam e li ser karûbarên xwe.”

Ev yek di demekê de ye ku du çavkaniyên “nêzîk û agahdar” ji giftugoyên îdareya Trump aşkere kiribûn, piştî êrişên mûşekî yên li ser Balyozxaneya Amerîkayê li Navçeya Kesk a Bexdayê, di heyama dawîn de, Amerîka hizir li ser daxistina balyozxaneyê dike û yek ji egeran jî veguhastina wê balyozxaneyê bo Hewlêrê ye.

Roja Şemiya derbasbûyî, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê bû armanca êrişên mûşekî û roja Pêncşemê jî Serokê Amerîkayê Donald Trump di twitekê de ragihand, mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin û her Amerîkiyek li Iraqê bê kuştin, ew Îranê berpirs dizane.

Trump di twîta xwe de gotibû ku dengoya êrişeke din li ser Amerîkiyên li Iraqê heye û lewma pêşniyaz ji Îranê kir ku du caran bifikire û ragihand, wî “şîreteke dostanî” bo Îranê heye û “Eger her Amîrîkiyek bê kuştin, ez Îranê berpirs dizanim.”

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê derbarê êrişa li ser Balyozxaneya Amerîkayê gotibû, “Grûpeke çekdarên deryasayî hejmareke mûşek arasteyî Navçeya Kesk a Bexdayê kirin û wisa diyar e ku ew cihê mûşek lê hatine arastekirin Kampa El Reşîde.” Herwiha hatibû diyarkirin ku di encama wê êrişê de ziyanên maddî çê bûne û ti ziyaneke canî çê nebûye.

Wezareta Derve yê Îranê jî piştî twîta Donald Trump duh daxuyaniyek da û red kir ku wan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê kiribe.