Berdevkê hikûmeta Iraqê: Ji sedî 60ê xaka Nînowa hatiye rizgarkirin

25-12-2016
RÛDAW
Nîşan Şerê_Mûsilê Nînowa DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê hikûmeta Iraqê Sedî Hedîsî eşkere kir, ku heta niha ji sedî 60ê axa parêzgeha Nînowa ji destê çekdarên DAIŞê hatiye derxistin.

 

Sedî Hedîsî ji Rûdawê re got: “Serokwezêrê Iraqê soz da ku di sala 2016ê de operasyona Mûsilê derst pê bike û herwiha hêzên iraqî derbasê nava Mûsilê bibin. Ev soz jî bicîh anî.”

 

Hedîsî herwiha ragihand; “Îro hêzên iraqî û pêşmerge karîne ji sedî 60ê axa parêzgeha Nînowa rizgar bikin. Heta niha 4 navçe, 32 bajarok û 40 taxên Mûsilê hatine kontrolkirin. Niha operasyona rizgarkirina taxên rojhilatê Mûsilê jî berdewam dike.”

 

Berdevkê hikûmeta Iraqê behsa zehmetiyên operasyona Mûsilê jî kir û diyar kir; “Ji bilî şer û rizgarkirina taxan, hêzên ewlekariyê hewla rizgarkirina xelkê sivîl jî didin. Di şertên zor û zehmet de alîkariyên mirovî digihînin wan, birîndaran rizgar dikin. Ji ber vê jî karê hêzên ewlekariyê tenê ne şerkirin e.”

 

Sedî Hedîsî daxuyand, bi tevê hemû zehmetiyan jî hêzên iraqî bi rijd in ku operasyonê berdewam bikin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst