Barzaîn: Herêma Kurdistanê nabe berbest li pêş pesend kirina budceya Iraqê

 

 

Bexda (Rûdaw)- Serokwzîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê ji Bexdayê ragihand ku Hewlêr pabendê madeyên destûrî ye û petrol ya hemû Iraqê ye û Herêma Kurdistanê nabe berbest li pêş pesend kirin budceyê de.

Nêçîrvan Barzanî piştî serdana Serokê Civata Bilind a Şoreşa Îslamî Emar Hekîm konfransekî rojnamevanî lidar xist û wiha ragihand “Em pabendê hemû madeyên destûrî ne û petrol a hemû Iraqê ye û wek cara yekem Herêma Kurdistanê bi awayekî kiriyarî beşdarê bidest xistina dahata Iraqê dike”.

Barzanî amaje kir ku Herêma Kurdistanê pabendê wê yekê ye ku proseya petrolê zelal be û hevrêzî ligel Bexdayê jî hebe.

Serowezîrê Herêma Kurdistan tekez kir ku Herêm nabe berbest li pêş pesend kirina budcya Iraqê.

Îro (25.12.2013) şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî û endamtiya her yek ji cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Imad Ehmed, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û çend rêveberek ji Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê gihîştin Bexdayê û lige Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî civiyan.