Nûrî Malîkî li ser civîna ligel Nêçîrvan Barzanî axivî

25-12-2013
A+ A-

 

 

Bexda (Rûdaw)- Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî li ser civîna îro ligel şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re ragihand ku şanda Herêma Kurdistanê gelek ciddiye û pêwîste îşev li ser pirsa petrolê rêkbikefin.

Peymanêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê ragihand ku piştî bidawîhatia civîna şanda Kurdistanî ligel Serokê Civata Bilind a Şoreşa Îslamî Emar Hekîm, şanda Kurdistanê vegeriya encûmena wezêrîn Iraqê û civîna duyem ligel Nûrî Malikî destpêkir û di civînê de cîgirê Malikî bo kar û barên enerjiyê Hisên Şehrisatnî, amade bû.

Serokwezîrê Iraqê herwiha ragihand ku pêwîste Bexda û Hewlêr îşev li ser pirsa petrolê lihev bikin, ji ber ku petrol û budce bi yek ve girêdayî ne.

Malikî eşkere kir ku eger Herêma Kurdistanê şandina petrolê zelal bike û ti pêşiniyarên me li ser nebin dê pişka Herêma Kurdistanê di budceya sala 2014an de wek xwe bimîne.

Hevdem Wezîrê Petrolê yê Iraqê Emar Lueybî ji Rûdawê re ragihand ku pêwîste şandina petrolê di dest Bexadyê de be, û amaje kir ku sê mercên Bexdayê hene û pêwîste Herêma Kurdistanê pabendê wan bibe, ew jî evin:

1-    Pêwîste Herêma Kurdistal Bexdayê xal bi xal hişiyar bike li ser şandina petrolê.

2-    Pêwîste hatin û xerckirina dahata petrolê di bin çavdêriya Bexdayê de be.

3-    Pêwîst Bexda heydarê wan rêkeftina bibe yên ku Herêma Kurdistanê îmzakirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst