Hejmara şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon kes derbas kir

25-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mihemed Şiya Sûdanî Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Îraqê Serjimêrî Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Îraqê hejmara şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon kes derbas kir.

Di nava wan 45 milyon kesî de 7 milyon kes di nava malbatên xwe de dijîn.

Rêjeya wan malbatên ku sermiyanê wan jin in ji sedî 11,33 ye û rêjeya jinan ji sedî 1 ji ya mêran kêmtir e.

Temenê 8 milyon kesî di navbera 15 û 60 saliyê deye û di xanî an jî xaniyên komî (Daîre - şuqe) de dijîn.

Serokwezîrê Îraqê Mihmed Şiya Sûdanî di konferanseke rojnamegeriyê de encamên destpêkê yên serjimêriyê eşkere kir.  

Hejmara şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon kes derbas kir

Li gorî encamên destpêkê yên serjimêriyê tevî hevwelatî, biyanî û koçberan hejmara şêniyên Îraq û Herêma Kurdistanê 45 milyon û 407 hezar û 895 kes e.

Rêjeya şêniyên bajaran li Îraqê û Herêma Kurdistanê ji sedî 70,3ye û rêjeya şêniyên gundan jî ji sedî 29,7 e.

Li gorî sala 2009an ku nifûsa wê 31 milyon û 664 hezar bû, rêjeya mezinbûna nifûsê ya salane gihîştiye ji sedî 3yê.

7 milyon malbat hene

Li gorî encaman li Îraq û Herêma Kurdistanê, 7 milyon û 898 hezar û 588 malbat hene. Hejmara endamên malbatan di navbera 5 û 3 kesan de ye.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê hejmera nifûsa 22 milyon û 784 hezar û 62 kes e û ew jî dike ji sedî 50,1ê hejmara şêniyan.

Hejmara jinan li Îraq û Herêma Kurdistanê, 22 miliyon û 623 hezar û 833 kes e û ew jî dike ji sedî 49,8ê şêniyan.

Rêjeya wan malbatên ku jin serokatiyê wê dikin ji sedî 11,33ye û rêjeya wan malbatên ku mêr serokatiyê wê dikin jî sedî 88,67 e.

Mihemed Şiya Sûdanî eşkere kir ku Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Îraqêdê ji bo wergirtina zanyariyan li ser tenduristî, demografî, ji dayikbûn, mirin û astengdarên Îraq û Herêma Kurdistanê pêngaveke din biavêje.

Li Îraq û Herêma Kurdistanê rêjeya wan kesên ku temenê wan di bin 15 salan deye ji sedî 36,1 e.

Rêjeya ew kesên ku temenê wan di navbera 15 û 65 salan de ye ji sedî 60,2 ye.

Rêjeya şêniyên temenê wan di ser 65 salan re ye ji sedî 3,7 ye.

8 milyon xanî

Li gorî Komîsyona Bilind a Serjimêriya Giştî ya Îraqê8 milyon û 37 hezar û 221 xanî li Îraq û Herêmî Kurdistanê hene.

Ji sedî 92,1 xaniyên malê ne, ji sedî 6,6ê wan xaniyên komî (Daîre şuqe) ne ji sedî 0,4ê ji xaniyên jî yên axê û keviran in û ji sedî 0,9ê wan jî cureyên din in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst